Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin 2019-11-27 09:23:50 AMED - Pirtûkên berhevkirina folklorê yên bi navê “Kûçikê Daleqandî” û “Meryemnîgarê” ji weşanên Weqfa Mezopotamyayê derketin. Kordînatorê Weqfê Mîkaîl Bulbul da zanîn ku ew girîngiyê didin xebatên foklora kurdî û ew folklora kurdî wek xezîneyekê dibînin.  Weqfa Mezopotamya ya ku xebatên li ser lêkolînên ziman û folklora kurdî dike, pirtûkên “Kûçikê Daleqandî” û “Meryemnîgarê” yên folklorîk çap kirin. Pirtûka “Kuçikê Daleqandî” ya Dîyarî Asûr li ser xebroşk û çîrokên herêma Batmanê hatiye berhevkirin û ji 15 çîrokan pêk tê. Gelek ji wan xwedî şîretên giran biha ne. Xebroşka “Kûçikê Daleqandî” yek ji wan xebroşkan e ku rexneyê li serok û wezîran dike û navê xwe daye vê pirtûkê.    Pirtûka “Meryemnîgarê” jî ji aliyê berhevkar Evîndar Şevîn hatiye amadekirin li ser xebroşk û çîrokên herêma Mêrdînê ne. Ev berhevkirin ango pirtûk ji 19 çîrokan pêk tê. Xebroşka “Meryemnîgarê” yek ji wan xebroşkan e ku du kesên cuda ew vegotine û bûye navê pirtûkê. Her du pirtûk jî ji nava gel ku kesên temenê wan mezin an jî navsere hevdîtin hatiye kirin û edîtoriya her du pirtûkan jî nivîskar Bahoz Baran kiriye.   ‘EM GIRÎNGIYÊ DIDIN FOLKLORA KURDÎ’   Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul derbarê pirtûkan de diyar kir ku wek Weqfa Mezopotamyayê ji ber ku folklora kurdî di xetereyê de ye girîngiyekê didin ser xebatên folklora kurdî û wiha axivî: “Roj bi roj bi tesîra polîtîkayên asîmîlasyonê yên sedsalî bêtir jî ji bo bakûrê welat folklora kurdan jî derbeyên giran xwarine. Loma em wek xezîneyekê folklora xwe dibînin û rojek berî rojekê arşîva xwe ya folklorîk em qeyd bikin, berhev bikin. Di wê çarçoveyê de sê sal berê projeyeke me hebû û me da pêşiya xwe. Me got em li ser meseleya folklorê, qeydkirina wê û arşîvê bixebitin.”   ‘20 KES DI WARÊ FOLKLORÊ DE HAT PERWERDEHKIRIN'    Bulbul destnîşan kir bi çavdêriya kesên pispor de 20 kes perwerde kirine da ku li gundan li bajarên cûr bi cûr û bajarokan arşîveke kurdî ya folklorê bikaribin çêbikin û li ser folklora kurdî bixebitin û wiha got: “Hem qeydkirina wan hem tesnîfkirina wan hem berhevkirina wan yanî ji gotinên pêşiyan bigire heta xebroşka, çîrokan, çîrçîrokan ji sixêf û xeberên kurdî bigre ku ew jî beşek ji folklora kurdî ne heta destan, efsane û tiştên mîtolojîk ji cejn û baweriyên gel bigirin heta mijarên din ên cûr bi cûr me perwerdehiyek da 20 hevalên xwe û piştî serdema perwerdehiyê derketin berhevkariyê. Hevalên me ji bajaran bigire heta gundan geriyan û hin berhevkirinên xwe temam kirin."    '8 PIRTÛKÊN DIN LI BENDA ÇAPÊ NE'    Bulbul anî ziman ku di aliyê teknîkî de jî alîkarî ji 20 kesan re kirine û got: “Hem qemere hem jî cihazên ku dengan qeyd dikin me standin. Ji bo ku em bikaribin li Weqfê arşîveke deng û dîtbarî jî pêk bînin. Me dest pê kir û ev du heb xebatên me encama berhema vê xebatê ne. Niha bi qasî 10 pirtûkan li ser folklorê amade ne ku çap bibin. Ji wan du heb çap bûn 8 heb jî li ber çapê ne. Heke em derfêt bibînin em ê wan jî çap bikin. Em hêvî dikin ku xebatên bi vî şiklî him xezîneya çandî xwedî derkevin û hem jî arşîvekê çekin ku sibêrojê winda nebin.”    Bulbul, diyar kir ku xebatên bi vî rengî çand û ziman xurt dike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên bi awayî hin bêtir derfetê dide xebatên zimanî. Ji ber ku bi awayekî orjînal jî em wan qeyd dikin. Wexta çap dikin jî em zêde dest bi zimanê wan nadin. Ji ber ku kesên pispor vî karî kiriye. Yanî kesên du sê sal e li ser vê xebitîne, perwerde dîtine û çûne qadê li gorî qaydê, rê û rêbazên akademîk vî karî kirine."    MA / Fahrettîn Kiliç