Omer Ocalan: Polîtîkaya dewletê tasfiyekirina kurda ye 2019-11-27 09:09:45 RIHA – Di çend rojên dawî de li Riha û Dîlokê 111 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û 55 jê jî hatin girtin. Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, got: "Polîtîkaya dewletê ya sedsala 21'ê, ew e ku bendan û barîkatan deyne ber destkeftiyên kurdan û kurda bitepisîne û tasfiye bike."  Di çend rojên dawî de li Riha û Dîlokê 111 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û ji vana 55 jê hatin girtin. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo vê rewşê got, bi zext û zoriyan tê xwestin ku partiya wan bê îllegalîzekirin û derî siyasetê bê hiştin.    ‘XEBAT TÊN ÎLLEGALÎZEKIRIN'    Ocalan, got: "Bi desteka helîkopetran davêjin ser malan û hevalên me yên fealiyetên siyasî, têkoşîneke demokratk dikin tên binçavkirin û girtin. Pêşî xebatên hevalên me îllegalîze dikin û dixwazin bikin ku nikariin siyasetê bikin. Ê vê operasyonê dike Wezareta Karên Navxweyî ye. Dixwazin bi zext û zoriyên berfireh HDP'ê derî siyasetê bihêlin. Li herêmê walî û midûrên emniyetan vê yekê dikin. Hiqûqê bin pê dikin û radibin nûnerên gelê kurd digirin û zext û zoriyan dikin. Em baş dizanin wê ev polîtîka bi ser nekevin."    ‘JI DÊVLA SIYASETÊ ŞER'    Omer Ocalan, destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi tevgereke gel a rewa pêkan e û dewlet ev yek car caran ceribandiye û got: "Niha em bi polîtîkayeke ku xebatên KCD'ê îllegalîze dike re rû bi rû ne. Ev bi zanebûnî tê kirin û tê xwestin ku HDP û pêkhateyên wê derî siyasetê bihêlin û krîmînalîze bikin. Niha pêvajoyeke wisa ye ku wateya gotinê nemaye, behsa hiqûqê nayê kirin, pêşî li ber siyaseta demokratîk tê girtin û mirov nikarin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Ji dêvla siyasetê şer heye."    ‘ARMANC DESTKEFTIYÊN KURDA NE'    Omer Ocalan, destnîşan kir ku herî zêde li deverên ku siyaseta kurd xwedî qewet û hêz e binçavkirin û girtin çê dibin û got: "Dewlet, bi girtin û binçavkirina siyasetmedarên li vê herêmê dixwaze bitepisîne. Hevalên me yên hatine girtin bi salan e siyasetê dikin. Em ne li benda wijdanê vê dewletê ne. Çimkî polîtîkaya dewletê ya sedsala 21'ê, ew e ku bendan û barîkatan deyne ber destkeftiyên kurdan û kurda bitepisîne û tasfiye bike."