ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-27 09:00:49 * Naîme Erkmen a donervan, anî ziman ku divê jin bi xwe bawer bin û got: "Ên zêde destekê didin min keçên min in. Ez qewetê ji wan digirim." * Zekî Îpek ku li navçeya Rêya Armûşê pezê xwe diçêrîne, anî ziman ku zivistan hatiye lê belê ji ber krîza aborî û bihaûna fiyetên kayê hîn jî heywanên xwe nexistine axuran.    * Di çend rojên dawî de li Riha û Dîlokê 111 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û 55 jê jî hatin girtin. Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, got: "Polîtîkaya dewletê ya sedsala 21'ê, ew e ku bendan û barîkatan deyne ber destkeftiyên kurdan û kurda bitepisîne û tasfiye bike."    * Dr. Sharo Garîp, bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û got: "Li Kurdistanê divê aştiyeke navxweyî çê bibe. Siyasetmedar, çapemenî û rewşenbîrên kurdan divê ji dêvla siyasetke pevçûnî li gor siyaseteke lihevkirinê tev bigerin."    * Li navçeya Gêlê deverên dîrokî, hem wekî axurê heywanan tên bikaranîn hem jî defînegeran ew kirine wekî kunên xiltan.    * Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz ku hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, di 15'ê Mijdarê de hat berdan. Nergîz, ji bo "pergala hevserokatiyê" ku pê hatibû tawanbarkirin got: "Di warê pergala hevserokatiyê de helwesta me zelal e."    * Dadgehê xwest bi tawanbariya "birîndarkirina biqesdî" ceza li Casîm Ozan Çeltîk bê birîn ku kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê. Ozek, nerazîbûna xwe ya ji bo mutalaaya dozger nîşan da û got: "Ma gere ez bimirama?" Her wiha Parêzer Mehtap Sert jî, diyar kir ku ev biryar şideta li ser jinê rewa dike.    * Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê berdewam bike. (09.00)   * Danişina doza 11 parazvanên mafên mirovan yên hatin binçavkirin û piştî hatin girtin doz li wan hatibû vekirin, dê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li 35’emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Berdevka Komîsyona Hiquq û Mafên Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)    * Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê, dê ji bo Prz. Fuat Şengul  li pêş Edliyeya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)