‘Em binçavkirina rojnamevan Bêrîvan Altan şermezar dikin’ 2019-11-26 15:13:50   ENQERE – Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan binçakirina rojnameger Bêrîvan Altan şermezar kir.    Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan têkildarî binçavkirina rojnameger Bêrîvan Altan a serê sibê li Enqereyê li ser fermana Dadgeha Mêrsînê hat binçavkirin, daxuyaniyek nivîskî da û binçavkirinê şermezar kir.     ‘EM BINÇAVKIRINÊ ŞERMEZAR DIKIN’    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedemê binçavkirina Altan nayê zanîn û wiha hat gotin: “Em binçavkirin û qedexeya çûyîna parêzer a cem Bêrîvan Altan heta 24 saetan şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne divê pirtûk ji tu sûcî re nebin delîl. Em wek di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jınan dê pêvajoya hevala xwe Bêrîvan bişopînin û her wiha em ê hemû dozên hevpîşeyên xwe yên jinên rojnameger bişopînin.”