HDP'ê xwest meclîs cînayeta Elçî lêkolîn bikin 2019-11-26 12:20:16   AMED - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, têkildarî kuştina Tahîr Elçî xwest meclîs lêkolînê bide destpêkirin. Beştaş, anî ziman ku ronîkirina kujerên Elçî dê bêtir rê li pêş aştiya civakî veke û ji bo hembêzkirina civakê girîng e.    Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê yê di 28'ê mijdara 2015’an de li Navçeya Sûrê ya Amedê hat kuştin, xwest Meclîs lêkolînê bide destpêkirin. Beşdar, anî ziman ku Elçî di hemû temenê xwe yê parêzeriyê de ji bo hemû dozên ku faîlên wan nediyar bên ronîkirin têkoşiya û bû qurbanê faîlên nediyar. Beştaş, da zanîn ku heta niha 4 sal di ser kuştina Elçî re derbas bûn, lê darazê hêj tu gavên şênber neavêtiye û wiha got: "Di lêpirsîna cînayeta Elçî de heta niha 2 serdozger û 4 dozger hatin guhertin. Dema Elçî hat kuştin, 4 polîsên ku ber bi aliyê Elçî ve gule berdidin di dosyayê de wekî şahid hatine dîtin. Pir balkêş e dema Tahir Elçî li pêş dehan kamera hat kuştin û der barê kêliya kuştinê de dîmenên qeydan tune ye. "    Beştaş, anî ziman ku ronîkirina kujerên Elçî dê bêtir xizmetê ji aştiya civakê re bike û ji bo hembêzkirina civakê pir giring e û wiha axivî: "Ji ber vê yekê bi tecrûbeyên êşên berê yên welat, divê di bin baneyê meclîsê de lêkolîn bê kirin û berpirsiyar bên dîtin û darizandin."