HDP’ê bang li Îranê kir: Daxwazên gelan pişguh neke 2019-11-26 11:20:39 ENQERE- HDP’ê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser kuştiyê li Îranê û wiha bang li hikumeta Îranê kir. “Vê tundiya li ser gelan rawestîne û daxwazên gelan piştguh neke û demildest bi şandeyeke opozîsyonê re dest bi gotûbêjan bike.”   Piştî ku hikûmeta Îranê bihayê benzînê zêde kir, li Tehran û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî zamê daketin kolanan xwepêşandan li dar xistin. Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di çalakiyan de 143 kes hatin kuştin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derheqê vê de bi daxuyaniyek nivîsî bang li hukemeta Îranê kir.    ‘106 SIVÎL HATINE KUŞTIN’   HDP’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku “Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî di raportên xwe de diyar dikin ku heta niha ji 26 bajarên curbicur 106 sivîl hatine kuştin, ji 10 hezaran zêdetir kes jî hatin binçavkirin. Bi taybetî li Kurdistanê 26 kes hatine qetilkirin û gelek kes jî hatine birîndarkirin. Li gorî raportên rawangehên li deverê, ihtimal e ku ev hejmar zêdetir bibe.”    ‘TUNDÎ ALOZİYÊ ZÊDETIR Û KÛRTIR DIKE’   Berdewama daxuyani ya HDP’ê wiha ye: “Êrişên hikûmeta Îranê yên li dijî daxwazên demokratîk ên gelan nayên qebûlkirin. Divê daxwazên gelan neyên piştguhkirin. Qeyranên aborî û siyasî bi gurkirina tundiya li ser civakê nayên çareserkirin. Bertekên gelan nîşan didin ku pêdiviya jiyaneke demokratîk, adil û azad heye. Di dirêjahiya dîroka Rojhilata Navîn de aşkera ye ku bertekên demokratîk bi tundiyê nayên tepeserkirin û ev yek tundî aloziyê zêdetir û kûrtir dike. Em wek Partiya Demokratîk a Gelan sersaxiyê li hemû malbatên kuştiyan dikin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em bangî hikûmeta Îranê da ku vê tundiya li ser gelan rawestîne û daxwazên gelan piştguh neke û demildest bi şandeyeke opozîsyonê re dest bi gotûbêjan bike.”