Gundiyên Geliyê Botanê ligel rîska heyî jî, erdên xwe çandin 2019-11-26 09:07:25 SÊRT - Welatiyên li gundên Geliyê Botanê dijî, ligel rîska ku erdên wan dibin ava bendavê de bimîne heye jî, dest bi çandiniya eraziyên xwe kirin.   Ava Bendava Ilisu ber bi Geliyê Botanê ve diçe. Erdên çandiniyê, mêrg û rêyên gundên li herêmê dijîn, dibin ava bilind dibe de dimînin. Ava bendavê sînorên gundê Kanî Mîre derbas kir û gehişt gundê Çemkûrkê. Welatiyên van gundan li gel rîska ku erdên wan dibin ava bendavê de bimîne heye jî, dest bi çandiniya eraziyên xwe kirin û tov li erdên xwe reşandin.    'AXA EM JI ME STANDIN'   Abdulmenaf Çeken ê di sala 1990’an de  ji gundê xwe Çemkûrkê bi zorê tê koçberkirin, di sala 2000’an de vedigere gundê û dest bi çinîna erdên xwe dike. Çeken ê bi çînina erdê xwe debara mala xwe dikir, niha jî neçar maye ku ji ber bendavê koç bike. Çeken, diyar kir ku ji ber ava bendavê wê ceyrana gundê wan bibirin û wiha axivî: “Wê di rojên pêş de gundê me jî dibin avê de bimîne. Ji ber krîza aborî li Botan çotkar zorî û zehmetiyên mezin dijîn. Gûbre biha bûye, derman biha bûye, mazot biha bûye, weke ku ev ne bes bin, niha jî ji ber bendavê wê axa me ji dest me biçe. Me ne dixwest em axa xwe terk bikin, lê axa me ji destê me girtin.”    ‘LI GEL HER TIŞTÎ JÎ ME DÎSA ÇAND’   Çeken, anî ziman ku ger gundê wan dibin avê de bimîne jî, ewê dîsa erdên xwe biçînin û wiha got: “Demildest em naxwazin axa xwe terk bikin. Ji ber krîza aborî em neçarin ku erdê xwe biçînin. Ji derveyî vê tu çareya me nîne. Ligel her tiştî jî me dîsa erdê xwe çandin.”    ‘GER BERHEM BIGIHÊJIN JÎ WÊ RÊ BÊN GIRTIN’   Hayrettîn Çeken jî, dest nîşan kir ku ji derveyî çandiniyê karekê ku ew bikin tuneye û wiha bilêv kir: “Li ser vê rêyê du pir hene. Ewê jî didemek nêz de dibin avê bimînin. Ji ber vê wê rêya gund û axa me wê bê girtin. Ger erdê me dibin avê de nemîne, em ê berhemên xwe kom bikin. Ji bo ku em berhemên erdê xwe kom bikin, divê êdî em li ser Misriçê bên gundê xwe. Emê êdî nekarin li ser Sêrtê re werin.”    MA/Metîn Yoksû