ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-26 09:00:09   * Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî der barê feraseta qeyûman a li dijî zimanê kurdî diyar kir ku êrîşa li ser destkeftiyên kurdî perçeyekî siyaseta dewletê ye înkarê ye.   * Welatiyên li gundên Geliyê Botanê dijî, ligel rîska ku erdên wan dibin ava bendavê de bimîne heye jî, dest bi çandiniya eraziyên xwe kirin.    * Li Stenbolê, Koordînatora Şefkat Der ku ji bo derdora 8 hezar kesên bêmal xebatê bi rêve dibe Eda Ayyildiz, diyar kir ku divê dewlet ji bo kesên bêmal çareseriyan pêş bixe û got: “Her kes dikare ji bo kesên bêmal tiştekê bike. Divê em li hemberî mirovên li kolana dimînin bi hestiyar tevbigerin.”   * Li Şirnexê, li gorî sala çûyî ji sedî 30 bihayê komirê kêm bûye, lê ligel vê jî kes komirê nakire. Esnafan diyar kir ku pereyê komira difiroşin, nikarin bigirin û gotin, ev yek ji ber bêkariyê ye.      * Danişîna doza têkildarî kuştina Gerinendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê û rojnameger Hrant Dînk dê di 26-27-28'ê mijdarê de li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Danişîna doza Parlamenterên HDP'ê yên berê Çaglar Demîrel û Selma Irmak ên li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê girtî ne, dê li Kampusa Girtîgehê ya Kandirayê bê dîtin, (09.30)    * Danişîna doza Midura Nûçeyan a ETHA, Îsminaz Temel, nûçegîhan Havva Cuştan û parezerên wan Sezin Uçar, Ozlem Gumuştaş, Gulhan Kaya û Alî Haydar Dogan jî di navde dê li 27'emîn Dadgeha Cezezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.15)   * Partiyên komên wan li meclîsê hene dê civînên komên partiyên xwe li dar bixin (10,00-13.00)    * Weşanên Sor û malbata Helbestvanê Kurd Arjen Arî dê têkildarî serlêdanên '7'emîn Pêşbirga helbestan a Arjen Arî" li Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen a Amedê civîna çapemeniye li dar bixin. (12.30)   * Danişîna doza Casim Ozan Çelîk ê li navçeya Îskenderun a Hatayê kezap avêt ruyê Berfîn Ozek, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îskenderûn a Hatayê bê dîtin. (09.30-19.00)   * Danişîna doza 9 kesên ku li Edeneye 58 saniyeyan rê li trafîkê girtin û bal kişandin ser greva birçîbûnê dê li 23'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Edeneyê bê dîtin. (10.00-19.00)