Balafirên Koalîsyonê baragehên Ahrar El Sharqiya bombe kir 2019-11-26 08:37:12   ÎDLÎB - Balafirên Hêzên Koalisyonê baragehên Ahrar el-Sharqiya yên li herêma Başûrê Suriye ku di kontrola Tirkiyeye de ne bombe kir. Balafirgehan li gelek notkeyên eskerî xistin.    Balafirên Hêzên Koalisyonê şevê din gelek nokteyên baragehên Ahrar el-Sharqiya yên li herêma Başûrê Suriye ku di kontrola Tirkiyeye de ne bombe kir. Dema balafirgehan notkeyên eskerî bombe kir, agirê bombeyan ji dûr ve hat xuyakirin.   Dîsa balafiran li Gundê Kusa yê navbera Minbiç-Cerablusê tangera sotemeniyê bombe kir. Tê gotin ku li Gundê Kusayê endamên DAIŞ'ê dimîn.    Balafiran Gundên El Burç û El Ameriye yên Herêma El Babê jî bombe kirin.