Dadgehê 7 kesên li Esenyurtê belavokên 25'ê mijdarê belav kirin girtin 2019-11-25 22:31:45     STENBOL - Dadgehê 7 kesên li Esenyurt a Stenbolê belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin girtin û şandin girtîgehê. Dadgehê hinceta girtinê peyvên “Mer-dewlet û tundî" nîşan da.    7 kesên ku 6  ji wan jin bûn, di 24'ê mijdarê de bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Qada Cumhuriyetê ya Esenyurtê belavok belav kiribûn û hatibûn binçavkirin. 7 kesên duh hatin bençavkirin îro sewqî dadgehê kirin. 7 kesan piştî li dozgeriyê îfade dan, dozgeriyê bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" xwest bên girtin û şandin dadgehê. Heyeta dadgehê jî peyvên “Mêr-dewlet-tundî" nişan da û 7 kes girtin û şandin girtîgehê. 7 kesên hatin girtin wiha ne: "Ayfer Yilmaz, Muzaffer Îpek, Turkan Sunbul, Elvan Uçar, Murvet Kesen, Zubeyde Agirbaş, Maynur Yilmaz."