Beştaş ji Wezîr Gul pirsî: Armanca israr di tecrîdê de çî ye? 2019-11-25 17:36:49   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul a têkildarî tecrîda li ser Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan ku diyar kiribû sînordarkirina parêzeran rabûye, bi bîr xist û ev pirs kir: "Armanca israr di tecrîdê de çî ye?"    Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, di Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê de têkildarî pêşniyara budçeya 2020'an Wezareta Dadê axivî. Beştaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtina rojnamegeran, tayînkirina qeyûman û rewşa girtiyên nexweş û têkildarî her sê mijaran nirxandinan kir.      Beştaş di nirxandinên xwe de ev tişt got: "Salên 90'î weke salên qetilkirina hiqûqê derbasî dîrokê bûn. Niha jî gumana dewletê ya pêkanîna hiqûqê nemaye. Kesek ji heman sûcî 3 caran tê girtin û berdan. mînaka vê yekê ya herî şênber jî Îdrîs Balûken e. 2 caran hat girtin û 2 caran hat berdan. Li ser daxuyaniya Erdogan, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku ji berdana wan re saet mabûn, careke din derbarê wan de biryara girtinê hat dayîn. Qeyûm darbe ye, ev darbe bênavber didome. Wezareta Dadê jî hevparê vê darbeyê ye. 30 girtî, ji ber şertên nebaş li Girtîgeha Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de ne. Pirsên me yên têkildarî îşkenceyê nayên bersivandin. Beriya 2 heftan endamên meclisa me ya ciwanan di bin çavan de hatin îşkencekirin.    'ISRARA TECRÎDÊ ÇÎ YE?'   Di berdewama axaftina xwe Beştaş bal kişand ser tecrîda li dijî Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkildarî mijarê ev tiş anî ziman: "Têkildarî tecrîda li Girava Îmraliyê daxuyaniyeke we hebû brêz Wezîr. We got, "Eleqeya xwe bi Pêvajoya Aştiyê re tuneye, eleqeya xwe bi Hilbijartina Stenbolê re tuneye. Bi biryara dadgehê astengiya hiqûqî ya ji bo hevdîtinê ji holê rabû." Niha astengiyeke hiqûqî tuneye, gelo astengiya çi heye? Çima parêzer hevdîtinê nakin? Weke rayedarê herî paye bilind ê di vê mijarê de li gel ku we got 'astengî rabûye jî' ne parêzer û ne jî malbat çima nikarin hevdîtinan bikin? Armanca israr di tecrîdê de çî ye?