Ji dadgehê biryara 'KHK': Heta hikmek teqez tunebe bûrsa xwendekar nikare bê birîn 2019-11-25 15:55:17   ENQERE - Dadgeha Îdareyê ya Herêma Enqereyê, derbarê serlêdana îttîrazê ya xwendekarê Faqulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anadolûyê Ş.Ç. ku bi hinceta lêpirsîna derbarê wî de bûrsa wî hatibû birîn de biryara "rawestandina birêvebirinê" da.    Dadgeha Îdareyê ya Herêma Enqereyê, derbarê serlêdana îttîrazê ya xwendekarê Faqulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anadolûyê Ş.Ç. ku bi hinceta "tevlîbûna bername û çalakiyên rêxistinên sûc"  lêpirsîna derbarê wî de hatibû destpêkirin û ji ber vê lêpirsînê bûrsa wî hatibû birîn de biryara "rawestandina birêvebirinê" da. Dadgehê, biryar da ku heta derbarê kesekî de hikmê teqez neyê aşkerakirin, memeleya sûcdariyê nikare li tu kesî were kirin û careke din bûrsa xwendekar S.Ç. careke din bê destpêkirin.    Xwendekar Ş.Ç., di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de di Gulana 2018'an de hatibû binçavkirin û bi biryara şertê kontrola edlî ya 7'emîn Dadgeha Cezaya Silhê ya Enqereyê ve hatibû berdan. S.Ç. ku lêpirsîna derbarê wî de hê jî didome, bûrsa wî zanîngehê hatibû birîn.