Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin 2019-11-25 15:13:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Ezazê ku dibin kontrola Tirkiyeyê de ye motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de herî kêm 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.   Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li bajarokê Ezazê ku dibin kontrola Tirkiyeyê de ye teqînek bihêz rû da. Hat zanîn ku teqîn bi rêya motosîkleteke bombebarkirî pêk hatiye. Hate diyar kirin ku di teqînê de herî kêm 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.