Yuksekdag dîsa nehat berdan 2017-12-06 16:23:35 ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag li Sîncanê hat dîtin. Yuksekdag ku girtî tê darizandin dîsa nehat berdan.    3'emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê ku dadgehê wekîltî û endamtiya wê ya partiyê betal kir Figen Yuksekdag, li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat ditin. Danişîna dozê ku gelek siyasetmedar, rewşenbir û rojnamegeran şopand bi encam bû. Heyeta dadgehê dîsa biryara berdana Yuksekdag neda. Heyetê daxwaza berdanê red kir û biryara berdewama girtina Yuksekdag da.