AYM'ê ji bo peykerê Erdogan jê re gotibû 'ûcûbe' biryara 'binpêkirinê' da 2019-11-25 13:32:30   WAN - AYM'ê, peykarê ku li Qersê hatibû çêkirin û piştî ku Erdogan jê re gotibû 'ûcûbe' hatibû rakirin, biryara 'binpêkirinê' da. Dadgehê, biryar da ku 20 hezar TL  tazmînat ji bo Peykersaz Mehmet Aksoy bê razandin.    Dadgeha Desûra Bingehîn (AYM),ji bo peykerê ku ji aliyê Peykersaz Mehmet Aksoy li Qersê hatibû çêkirin û piştî ku Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan  jê re gotibû 'ûcûbe' hatibû rakirin, biryara binpekirinê da. Lîjneya Giştî ya Dadgehê, biryar da ku bi biryara Şaredariya Qersê ya 2011'an a ji bo hilweşandina peyker hatiye dayîn, azadiya ramanê hatiye binpêkirin. Her wiha dadgehê, biryar da ku ji bo Peykersaz Mehmet Aksoy jî 20 hezar TL tazmînat bê razandin. Biryar li dijî 6 dengên na bi 8 dengên êrê hat girtin.    Peykerê navborî, di sala 2006'an de bi biryara Şaredariya Qersê ya AKP'î ji aliyê Peykersaz Mehmet Aksoy, li Girê Uçlerê ku li jora bajarê Qersê ye hatibû çêkirin. Di sala 2011'an de dema Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan hatibû bajar peyker weke 'ûcûbe' nirxandibû û fermana hilweşandina wî dabû. Li ser vê fermana Erdogan peyker hatibû hişweşandin. Piştî vê yekê Peykersaz Mehmet Aksoy bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Dadgehê piştî 5 salan serlêdana Aksoy nirxand û biryar da.