Daxwaza Malbata Tore: Em dixwazim li cem rêhevalên xwe bê veşartin 2019-11-25 12:50:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê pêşengê kadroyên Nîfşê 68'an Teslîm Tore ku jiyana xwe ji dest da dê li Tirkiyeyê bê veşartin. Kurê Tore Hasan Tore ku li Swêdê dijî, ev daxwaz kir: "Daxwaza me ew e ku bavê min li Goristana Karşiyaka ku Denîz Gezmîş wan jî li wir veşartîne ya jî li Goristana Karacaahmet ku Sînan Cemgîl li wir veşartiye, bê veşartin." Yek ji pêşengê Nifşê 68'an û damezrînerê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) Teslîm Tore, li paytexta Swêd Bernê ku ji sala 2003'an ve li Swêdê dijiya, ji ber nexweşiya pençeşêrê duh jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Tore, di rojên pêş de ji bo veşartinê bê Tirkiyeyê. Kurê Tore Hasan Tore ku li Swêdê dijî, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê  (ANF) re axivî û têkildarî veşartina cenazeyê bavê xwe agahî dan.    Hasan Tore diyar kir ku dê cenazeyê bavê xwe bibin Tirkiyeyê û ev daxwaz kir: "Daxwaza me ew e ku bavê min li Goristana Karşiyaka ku rêhevalên wî Denîz Gezmîş wan jî li wir veşartîne ya jî li Goristana Karacaahmet ku Sînan Cemgîl li wir veşartiye, bê veşartin."   'BER Û DILÊ WÎ LI WELAT BÛ'   Tore da zanîn ku bavê wî timik xwestiye vegere welat û li wir bimire û wiha got: "Ber û dilê wî timik li welat bû. Heta sala borî ji ber ku nêzî welat bû, çûbû Yewnanistanê û demek li wir mabû. Ji bo wî xaka welatê ku lê dest bi têkoşînê kiribû, pir wate û nirx bû. Ji roja ku hatibû sirgûnê heta ku mir digot ku dê vegere welat. Bavê min emrê xwe ji şoreşê re bexşand. Ji ber vê yekê ket girtîgehê, îşkence dît û sirgûn bûn. Le rojek jî negot ax. Wi tu cara hêviya xwe ya ku dê xeyalên wî pêk bin winda nekir. Bi vê hêviya jiya û bi hêvî diçe bêdawîtiyê. Ji bo wî kesên li ber xwe didan ji her tiştî nirxdartir bûn. Bavê min di nav bêderfetiyan de derfet diafirand. Wî têkoşîna xwe di ser her tiştî re digirt. Di nav bêderfetiyan de weke ku rêhevalên xwe xwedî bike 8 zarokên xwe xwedî kir. Ji ber vê yekê berî her tiştî her zarokekî/e wî rêvhevalê wî bû. Ji bo wî gelên ku ji bo wan têdikoşiya ji ber tiştî nirxdartir û girîngtir bûn."     DÊ LI TIRKIYEYÊ BÊ OXIRKIRIN   Ji aliyê malbat û rêvalên Tore ve îro û sibê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd sersaxî bên qebûlkirin. Lê sibê piştî merasîma oxirkirinê ya li Goristana Bern Bremgartenê ya saet di 12.30'an de tê plankirin ku cenazeyê Tore bişînin Tirkiyeyê.