Baroya Amedê: Zilaman di 10 mehên 2019'an de 284 jin kuştin 2019-11-25 12:41:34 AMED – Endama Navenda Şêwirmendiyê ya Mafê Jinê ya Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî di civîna têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya Li Ser Jinê de dakir ku li gorî daneyan di deh mehên sala 2019’an de zilaman 284 jin kuştine.   Navenda Sepan û Şêwirmendiyê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê, der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya Li Ser Jinê, li Salona Konferansê ya Tahir Elçî civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Navenda Şêwirmendiyê Mafê Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî bal kişand ser têkoşîna xwîşkên Mîrabel û diyar kir ku têkoşîna wan ji bo jiyanek azad û wekhev dayî niha jî didome. Sevîmlî, da zanîn ku jin hêj berdêla azadiya xwe bi canên xwe didin û wiha got: “Li gorî daneyên ne fermî di deh mehên sala 2019’an de zilaman herî kêm 284 jin kuştin. Dosyayên ku derbarê jinan de yên tundî, cinayet, tacîz û êrîşên zayendî ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nayê rêveberin faîl bi cesaret dikevin.” Sevîmlî, diyarkir ku tundiya ser jinan a ku zêde dibe û berdewam dike sebebê wê ne çareserkirina çavkaniya tundiyê ye."    ‘SEPANÊN JI JINAN RE QADA JIYANÊ NEHÊLIN NAYÊN QEBÛL KIRIN’   Sevîmlî, balkişand ser nêzîkatiya qeyûman a ser destkeftiyên jinan û wiha axivî: “Qeyûmên ku di sala 2016’dan de hatin tayînkirin ewil saziyên jinan girtin. Çima di tayînirina qeyûman a 2019’an de pergala hevserokatiyê kirin hincet. Ev pêkanîn, nîşan dide ku ev ne tesaduf e û qada jiyanê ji jinan re nahêlin. Ev desteserkirina vînê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Em mîlîtarîzm, şer, mêtîngerî, zayendîperestî, homofobî, bifobî, transfobî, tundiya dewletê û zilam, tacîz û tecawizê red dikin. Em weke her roj îro jî li diji  îhlalên ku destkeftiyên bi têkoşîna xwe qezenç kirine bin. Jibo  tundiya li dijî jinê bi dawî bibe têkoşîna me dê bidome."