HDP’iyan bi wêneyan Komîsyona Butçeyê şermezar kirin 2019-11-25 12:38:56   ENQERE – Parlamenterên HDP’ê bi wêneyên siyasetmedarên HDP’î yên girtî di hevdîtina Komîsyona Plan û Butçeya Meclîsê de cih girtin û girtina siyasetmedaran şermezar kirin.    Li Meclîsê hevdîtinên lis er Plan û Butçeyê dewam dikin. Parlamenterên HDP’ê hevdîtina butçeya Wezareta Dadê şermezar kirin. Di Komîsyona Plan û Butçeya Meclîsê de Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul axivî. Dema wezîr Gul axivî, parlamenterên HDP’ê jî bi wêneyên siyasetmedarên HDP’î yên girtî û dovîzên nivîsa “Em ê teqez bi ser bikevin” di komîsyonê de cihê xwe girtin.    HDP’iyan her wiha nivîsa “şahidê nepen” ya danîn ser maseyê balê kişand ser xwe.