Li Zozanê Şenê ji 8'ê mijdarê ve daristan dişewite 2019-11-25 11:30:31 AMED - Operasyona eskerî ya li Zozanê Şenê ku dikeve navbera Amed, Mûş û Çewlikê di 8'ê mijdarê de dest pê kir, didome.  Operasyona eskerî ya li Zozanê Şenê ku dikeve navbera Pasûra Amedê, Mûş û Çewlikê ji 8'ê mijdoarê heta niha didome. Piştî esker di 8'ê mijdarê de derketibûn operasyonê, li qarê agir bi daristanê ketibû. Şewata daristana li herêmê ji wê rojê heta niha didome. Operasyona eskerî ku gelek tîmên taybet û cerdevan sewq kiribûn didome. Hat diyar kirin ku dem bi dem şer derdikeve. Duh jî sewqîyata cerdevanan hatibû kirin û herêm ji hewa û bejayî ve hatibû bombekirin. Di encama bombebaranê de dîsa li qadê agir bi daristanê ketibû. Di dîmenen welatiyan kişandin jî tê dîtin ku li herêma çiyê duxan bilind dibe. Heta zanîn ku şewat hat vemirandin ya na. Operasyona ku du roj berê bi tevlêbûna tîmên taybet û cerdevanan dest pê kiribû, li herêma gundên Eskar, Geliye Deyika, Geliye Mezraxuş û Kontarên çiyayên Dorşinê, Sere Sip û Hovîtê, Mezrika Zovan, Kerengan, Şenyayla û Reylê didome.