Hemîd El-Ebid: Vegera koçberan a herêma dagirkirî ne rast e 2019-11-25 10:49:51 EYN ÎSA - Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid, destnîşan kir ku raporên der barê vegera şêniyên li herêmên dagirkirî de, ne rast in û got: "Rêxistinên navdewletî erka xwe ya mirovî li beramberî koçberan bi cih nayînin. Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid têkildarî rewşa koçberan a piştî êrişên Tirkiyeyê û raporên girêdayî vegera koçberan li herêmên dagirkirî ji nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Ehmed El Kemyan û Rûba El Elî re axivî. Hemîd El-Ebid anî ziman ku ji destpêka êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêma Girê Spî pêla koçberiya ya ji bajarê Girê Spî, Silûk û Eyn Îsayê destpê kir, wan li ser vê yekê serjimariyek amade kir da ku bi wan re bibin alîkar û wiha got: "Li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine ji ber kiryarên çeteyan ên dizî û talankirin koçberiyê ber bi herêmên navxwe ve hebû."   Hemîd El-Ebid, têkildarî raporên NY‘yê girêdayî vegera bi hazaran koçberan li herêmên xwe wiha got: "Em şêniyên herêmê ne. Têkiliyên bi xelkên li herêmê re hene. Hîna koçberî didome. Îdiayên Tirkiyê û çeteyên wê yên girêdayî vegera şêniyan li herêmên xwe ne rast in. Piştî îdiayên derbasbûna rejîmê, kesên ji aliyê rejîmê ve dihatin xwestin ji tirsa reviyan. Li aliyekî din ve hin rewşên vegera ferdî ya li herêmê hebû, lê ev ji bo kesên ku berê tev li Artêşa Azad bibûn û rêxistinên li herêmê dixebitîn derbasdar e. Vegera li herêmê dewam nekir. Piştî lihevkirina di navbera artêşa Sûriyê û QSD‘ê de diyar bû  ku hemû îdiayan zelal kirin û bi belavkirina  rejîmê li nuqeyên herêmên sînor encam da beşek mezin vegeriyan."   'MALBATÊN ÇETEYAN LÊ BI CIH KIRINE'    Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Ebîd, anî ziman ku diviyabû ku raporên mirovî yên NY‘yê zelal bûna û got: "Li herêma Dagirkirî di dîroka 21‘ê vê mehê de 14 malbat ji herêma koçberî gundewarê bakurê Reqayê bûn. Raporê NY‘yê behsa malbatên çeteyan dike yên ku Tirkiyê wan li Girê Spî dike."    ‘HEJMARA KOÇBERAN 50 HEZAR DERBAS KIR‘   Hemîd El-Ebid di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser guhertina demografîk a ku Tirkiye û komên girêdayî wê li herêmê pêk tînin û wiha pê de çû: "Em niştecihên herêmê kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê qebûl nakin û wekî rêveberî me peymanên bangewaziyê ji welatiyên Sûriyê yên li derve re şandin, lê qebûl nekirin. Gelo bicihkirina xelkên Xûtayê li Girê Spî û koçberkirina niştecihên herêmê edaletî ye, divê li hemberî van zêdegaviyan tevgereke hebe."   El Ebîd, der barê hejmara koçberan de diyar kir ku hejmara giştî ya koçberên Girê Spî 50 hezar derbas kiriye û piraniya wan li Reqa û bajarokê Hîşayê dimînine. Ebid wiha lê zêde kir: "Serjimarî li Kobanê, Sirîn, Tebqa û Minbicê berdewam e û hejmara koçberan zêde dibe. Me bang li rêxistinên mirovî kirine ku derbarê rewşa koçberan de bikevin tevgerê lê heta niha bersiv nehatiye dayîn. Helwesta NY û civaka navdewletî ya der barê gelê ku 11 hezar şehîd di şerê li dijî DAIŞ‘ê dane cihê  şermê ye ku heta niha li hemberê êrişên Tirkiyê yên li ser vî gelê tu deng dernexistiye. Rêxistinên navdewletî erka xwe ya mirovî li hemberî koçberên herêmên li gorî tê xwestin pêk ne anî û got: "Em bi xwe û Rêveberiya Xweser bi meclisên wê alîkariya hev din. Rêxistinên navdewletî bi hincetan erka xwe ya mirovî li beramberî koçberan paşguher kiriye."