Komên çekdar tang û topên xwe li dora Eyn Îsa kom dikin 2019-11-25 10:22:02   EYN ÎSA - Li derdora gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê, hêzên çekdar ên giredayî TSK'ê pêk tên, tank û panzêrên xwe kom dikin. Li aliyê din balafirên keşfê yên TSK'ê jî bê navber li seranserê herêmê digerin.   Komên çekdar ên bi pere yên girêdayî TSK'ê tank û panzêrên xwe li beramberî gundê Xalidiyê yê ku 4 km li rojavayê Eyn Îsayê ye, kom kirine. Li aliyê din li bakurê kampa Eyn Îsayê jî liv û tevgera komên çekdar didome.  Tirkiye di 9'ê Cotmehê de komên çekdar ên ji OSO û MSO pêk tê xistibûn pêş xwe û dest bi êrîşên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn. Di 17 û 22'ê Cotmehê de di navbera Tirkiye, DYA û Rûsya de mulatakat hatibûn kirin û biryar hatibû girtin ku êrîşan bi dawî bikin. Lê 48 rojin êrîş didomin û gelê Rojava li dijî êrîşan li ber xwe didin.