'Hilbijartina pêşwext şert e' 2019-11-25 09:18:08   AMED - Amediyan bangawaziya HDP'ê ya ji bo hilbijartina pêşwext nirxand û gotin, krîza aborî heye, hilbijartina pêşwext şert e.    HDP'ê di civîna xwe ya 20'ê Mijdarê de helwesta xwe ya ji bo serdema nû aşkere kir. HDP'ê, di civîna xwe de ji bo hilbijartina pêşwext bang kir. Amediyan, bangawaziya HDP'ê nirxand. Mehmet Arslan, anî ziman ku daxwazên HDP'ê yên derbarê pirsgirêkên gelê kurd de li Meclîsê nayên qebûlkirin û got, pirsgirêkên li welat ancax bi qanûneke bingehîn a demokratîk dikarin bên çareserkirin. Arslan got, loma pêşniyara HDP'ê ya ji bo hilbijartina pêşwext esas digire.    Îbrahîm Arcan jî destnîşan kir ku êdî welat nayê birêvebirin û bal kişand ser krîza aborî. Arcan, diyar kir ku ji bo ev zor û zehmetî ji holê rabe divê hilbijartina pêşwext çê bibe.    ‘JI BO HILBIJARTINÊ EM AMADE NE'    Mehmet Tûran jî diyar kir ku HDP wan temsîl dike û nerazîbûna xwe ya ji bo hikûmetê wiha anî ziman: "Heger tu vîna ku me temsîl dike qebûl nekî, ev tê wateya ku tu gelê kurd qebûl nakî." Tûran, destnîşan kir ku Amed keleha HDP'ê ye û got: "Bila kes ji xwe re xeyalan çê neke. Wê nikaribin li vira bi ser bikevin. Çi qas hilbijartinan dikin bila bikin dîsa em ê bi ser bikevin. Em ji bo hilbijartinê amade ne."    ‘EM Ê ERDOGAN EFÛ NEKIN'    Mûstafa Gunay ê 70 salî jî ku got "em dixwazin sibê hilbijartinê bikin" anî ziman ku zext û zorî HDP'ê mezintir dikin.    Gunay, destnîşan kir ku heta dawiyê ew ê destekê bidin HDP'ê û got: "Çimkî dozeke mafdar e. Ew qas şaredar bi neheqî ji peywirê girtin. Wan ji peywirê negirtine, me ji peywirê girtine. Vîna me dagir kirine. Ne şaredar, bi sed hezaran mirov înkar kirin. Em tiştekî din naxwazin. Gelên cîhanê çawa dijîn, em jî dixwazin wisa bijîn. Em jî mirov in. Tayyîp devê xwe vedike, behsa vîna gel dike. Gava mesele kurd be, vîna wî tuneye. Li Tirkiyeyê bijîşkekî wekî Selçûk Mizrakli tuneye. Mirovekî wiha paqij zû zû nayê dîtin. Hatin bêbextî xistin stuyê wî û birin xistin hepsa Kayseriyê. Di hilbijartinê de em ê Erdogan efû nekin. Ji 20 saliya xwe de di nav vê dozê de me. Heta sax bim ez ê bitêkoşim. Êdî kurd ne kurdên berê ne, êdî cîhan me nas dike."    Mamoste Hasan Kolaldiran (33) ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin jî hilbijartin pêşwext girêdayî pêvajoyeke nû ye.