Mehmet Ocalan: Mifteya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye 2019-11-25 09:06:52 RIHA - Mehmet Ocalan, xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: "Heger pirsgirêka kurd hel nebe, li Rojhilata Navîn wê tu kes nikaribe bi rihetî bêhnê bistîne. Ev pirsgirêk li Rojhilata Navîn mifte ye. Ev mifte jî di destê Ocalan de ye. Ocalan, li Îmraliyê pira gelan e."    Mehmet Ocalan, herî dawî di 12'ê Tebaxa 2019'an de çûbû Îmraliyê û birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtibû. Mehmet Ocalan, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ûdiyar kr ku ji sala 2015'an heta niha tenê 3 caran birayê xwe dîtiye. Ocalan, got: "Berê gava me ji bo hevdîtinê serlêdan pêk dianî, ji me re digotin keştî xirabe ye, rewşa hewayê nebaş e. Lê niha tiştekî jî nabêjin."    ‘PIRSGIRÊK DIDOMIN'    Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe wê tecrîd û pirsgirêkên girêdayî wê bidomin û got, pirsgirêka kurd, mifteya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û mifteya çareseriyê jî li Girava Îmraliyê ye. Ocalan, bibîr xist ku ji sala 2015'an heta niha tenê 3 caran hevdîtin bi birayê xwe re çê kiriye û got, piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kir hevdîtinên dawî pêk hatine. Ocalan, got: "Di hevdîtinan de serok tiştên girîng gotin. Li Rojhilata Navîn, pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Ji sedî 90'ê pirsgirêka kurd bi serok ve girêdayiye. Heger pirsgirêka kurd hel nebe, li Rojhilata Navîn wê tu kes nikaribe bi rihetî bêhnê bistîne. Ev pirsgirêk li Rojhilata Navîn mifte ye. Ev mifte jî di destê Ocalan de ye. Heger ev pirsgirêk hel bibe, wê bi serok hel bibe. Wê pirsgirêkên gelên li Rojhilata Navîn hemû hel bibin. Li Girava Îmraliyê Serok pira gelan e. Divê devlet baş vê yekê zanibe."    Mehmet Ocalan, bilêv kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û got, tenê ew ji bo hevdîtinê diçe Girava Îmraliyê. Ocalan, anî ziman ku ji malbatê ji xeynî nahêlin kes here û got: "Ez îro heme sibê tuneme. Tecrîd ji bo gelan ne çareserî ye."    ‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN'    Mehmet Ocalan, bibîr xist ku tim û tim Ocalan bang li dewletê dike û got: "'Îro Amerî, Rûsya û dewletên cîhanê hemû li ser pirsgirêka kurd xeber didin. Werin em vê pirsgirêkê di nav xwe d ehel bikin.' A rast jî ev e. Nêzîkatiyên ji xeynî vê wê çareseriyê neynin. Heger pirsgirêka kurd hel bibe, wê tu pirsgirêkên Tirkiyeyê nemînin. Daxwaza me ew e ku rojek berî rojekê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê malbat, parêz û heyet karibin biçin. Divê rojek berî rojekê xwîna li Rojhilata Navîn bê sekinandin. Divê dewlet pêwendiyê bi serok re deyne û vê meseleyê hel bike."    Ocalan, ji bo serlêdanên ji bo hevdîtinê jî diyar kir ku berê hincetên wekî "keştî xirabe ye" û " rewşa hewayê nebaş e" didan ber wan û got: "Lê niha bersivê jî nadin. Divê parêzer heftê carekê, em jî du hefteyan carekê hevdîtinê pêk bînin. Her hefte em serlêdanê pêk tînin. Lê bersivê andin. Yanî bi kurt û kurmancî dibêjin em ê nehêlin hûn hev du bibînin. Tiştên tên kirin ev in. 20 sal in serok di hevdîtinên xwe de di aleyha dewletê de tiştek negotiye. Çi gotibe hemû ji bo gelan bûye. Herî zêde ez çûme giravê. Heger tiştên 20 sal in serok dibêje bihatana kirin, wê ji zûvde xwîna li Rojhilata Navîn bisekiyana. Heger em welatiyên vê dewletê bin, nexwe divê mafên me yên qanûnî û demokratîk pêk bên."    MA / Bariş Polat