Kaftancioglu: Pirsgirêka kurd pirsgirêka me hemûyan e 2019-11-24 15:59:53 STENBOL - Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftanacioglû, di sempozyûma ji aliyê Platforma Ked û Edaletê ve hat lidarxistin de axivî û got: “Pirsgirêka kurd û demokrasiyê bi hev ve girêdayîn e. Heya ku pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê û me hemûyan e.”   Platforma Ked û Edaletê, li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a Şaredariya Şîşliyê, sempozyuma “Li Tirkiyeyê lêgerîna hiqûq û edaletê” li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû,  Huda  Kaya, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangir Îslam, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglû û Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û gelek kes beşdarî sempozyûmê bûn.    ‘TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ PIRSGIRÊKA ZILAME’   Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû di rûniştina dest pê kê ya sempozyûmê de axivî û wiha got: “Sibe 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê yeç. Pirsgirêka jinê tenê weke pirsgirêka jinê tê dîtin. Lê di rastiyê de pirsgirêka jinê di heman demê pirsgirêka zilame û pirsgirêkek polîtîke. Ji bo ku jin bên gel hevdû xebatên me dewam dikin.”    ‘BI TÊKOŞÎNA HEVPAR EM DIKARN ENCAMÊ BIGIRIN’   Kaftancioglû, anî ziman ku pêdivî bi têkoşîna hevpar heye û wiha bilêv kir: “Çi demê me ev ferq kir, di hilbijarina herêmî ya dawî de me ev yek ferq kir. Em hemû bûn yek û me têkoşîna xwe nîşan da. Êdî civak ji cihêkariyê illallah dike. Em dikarin bi hevre têbikoşin û encam bigirin.”   PIRSGIRÊKA KURD Û DEMOKRASIYÊ YEKIN   Kaftancioglû piştî axaftina xwe bi dawî kir, pirsên pirsgirêka kurd, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tezkeraya li meclîsê ji aliyê CHP’ê hat qebûl jê hatin kirin. Kaftancioglû, da zanîn ku li Tirkiyeyê ev demek dirêje ev pirsgirêk heye û wiha got: “Ya herî girîng jî pirsgirêka demokrasiyêheye. Pirsgirêka Kurd û demokrasiyê bi hev ve girêdayîne. Heya ku pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê û me hemûyan e.”   ‘KRÎZA DEMOKRASIYÊ HEYE’   Dûre Endama Hîndekariyê ya Fakulteya Hiqûqî ya Zanîngeha Bahçeşehîr Dîdem Yilmaz axivî û bal kişand ser demokrasiyê. Yilmaz, diyar kir ku li Tirkiyeyê krîza demokrasiyê heye û wiha got: “Ji bo ku piştevahiya civakî pêş bikeve, pêwîstî bi qanûnek bingehîn a daîmî heye.”    ‘KURD ŞIKANDINÊ DIJÎN’   Piştre Parlamanterên HDP’ê Omer Ferûk Gergerlîoglû, qala êrîşên li ser partiya xwe kir û wiha axivî: “Bi êrîşan re kurd şikandinek mezin dijîn. Divê rewşa kurdan baş bê fêm kirin û em baş bidin fêm kirin. Tirkiyekê wisan nikare bi ser bikeve.”   Piştî axaftinan sempozyum bi rûniştina duyemîn dewam kir.