Biryar dan ku Tora Ziman û Çandan berfirehtir bikin 2019-11-24 12:57:02 AMED - Roja 23'ê Mijdara 2019'an bi beşdarî û piştgiriya 45 kesên ji bîr û bawerîyên cuda li Amedê komxebata pêşîn a avakirina Tora Ziman û Çandan pêk hat. Di civînê da biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û pêkanîna komxebateka berfirehtir hat girtin. Di civînê de malbat hatin raxnekirin û diyar kirin ku malbat zarokên xwe fêrî Kurdî nakin. Duh bi beşdarî û piştgiriya 45 kesên ji bîr û bawerîyên cuda li Amedê komxebata pêşîn a avakirina Tora Ziman û Çandan li dar xistin. Di civînê da biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û pêkanîna komxebateka berfirehtir hat girtin. Ji bo birêvebirina xebatan û amadekarîya komcivîna berfireh sekreteryayeka ji 7 kesan pêk tê, hat hilbjartin. 45 kesên ku navên wan li jêr in jî vê daxuyaniyê radigihînin û wek desteya şêwrê ya Tora Ziman û Çandan wê xebatê bidomînin.  Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestiyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jiyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin.  Qonaxa dawîn a polîtîkayên bişaftinê di hişmendiya civaka Kurd a parastin, geşkirina ziman û çanda Kurdî da qelsîyek pêk anîye.    MALBAT ZIMAN HÎNÎ ZAROKÊN XWE NAKIN   Civak hêdî hêdî ji ziman û çanda xwe bi dûr dikeve. Malbat, zarokên xwe hînî zimanê xwe nakin û ev yek jî xetereya li ser tunebûna zimên zêdetir dike.   Li dijî vê plansazîya bişaftinê, pêdivî bi plansazîyeka parastin, geşkirina ziman û çandan, amadekirina nexşeyerêyeka zimanî û çandî û meşandina xebateka hevpar heye. Li ser vî esasî em kesên ku wekî avakarên Tora Ziman û Çandan di vê komxebatê da cih digirin, van daxwazên xwe arasteyî raya giştî, kes û sazîyên têkildar dikin:   Em wekî beşdarên vê komxebatê radigihînin ku vê polîtîkaya yekperest qebûl nakin û em ê li dijî vê aqlîyetê bi rê û rêbazên demokratîk û rewa xebatê bikin.    Em dixwazin kurdî û zimanên li Kurdistanê (siryanî, ermenkî, erebî û hwd.) wek fermî bên naskirin û bibin zimanên perwerdehîyê.    Em bangî civaka kurd dikin da ku li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibe.    Em bangî sazîyên navneteweyî dikin da ku li hemberî zimankujî, çandkujîyê nerazîbûna xwe nîşan bidin, piştgirîya xebatên parastin û geşkirina ziman û çandên qedîm ên vê erdnîgarîyê bikin.    Em bangî partîyên sîyasî dikin da ku ew xebatên xwe yên sîyasî bi kurdî bikin, ji bo parastin û geşkirina ziman û çandan, xwedî bernameyeke zelal bin û li gorî wê bernameyê xebatan bikin.    Ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî, pêwîstî bi avakirina yekîtîya neteweyî heye. Xebatên ziman, çand û yekîtîya neteweyî dê hêzê bidin hevûdin.    Em bangî hemû kes û sazîyên ku di warê çand û ziman da ked dane dikin ku beşdarî vê xebatê bibin da ku em bikarin bernameyeka xurt a parastin, geşkirina ziman û çanda xwe derxin û li gorî vê bernameyê xebateka domdar bimeşînin.   Beşdarên civînê wiha ne:    Abdullah Keskin, Ahmet Turk, Berfîn Emektar, Bunyamin Şeker, Cemil Kocgiri, Cevahir Sadak Duzgun, Denîz Gunduz, Emin Aktar, Eren Keskin, Eslixan Yildirim, Ferda Cemiloglu, Fuat Onen, Hidir Karataş, Hiznî Haco, Îlham Bakir, Îmam Taşçier, Îsmaîl Beşîkçî, Kadrî Yildirim, Kazim Oz, Mehmet Bayrak, Memet Atli, Memet Sezer, Mevlut Aykoç, Mikail Bulbul, Mine Karakaş, Mustafa Borak, Nesip Gultekin, Nevin İl, Omer Fîdan, Osman Akyil, Osman Ozçelîk, Omer Şahin, Rênas Jiyan, Riza Polat, Roza Metîna, Rugeş Kirici, Samî Tan, Selîm Temo, Şefîk Beyaz, Şerko Kanîwar, Tarik Ziya Ekincî, Vedat Yildirim, Yusuf Begtaş, Zana Farqînî, Zekî Gurur.