Zaroka bi zorê zewicandin bi şik întîhar kir 2019-11-24 10:25:06   AMED – Li navçeya Lice ya Amedê zaroka 17 salî Azra Akyar bi zorê zewicandin. Hat diyar kirin ku Akyar bi awayekî guman dawî li jiyana xwe anî.    Li Gundê Çarikli yê Navçeya Lîce ya Amedê zaroka 17 salî Azra Akyar mehek berê bi zorê ziwicandin. Hat diyar kirin ku Akyar a bi zorê zewicandin bi awayekî guman întîhar kir. Cenazeyê Akyar rakirin morga Nexweşxaneya Dewletêya Licê. Akyar piştî otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Serdozgeriya Komarê ya Lice der barê kuştina Akyar de lêkolîn da destpêkirin.