Rençberên Botanê: Dixwazin li Geliyê Botanê rençberiyê biqedînin 2019-11-24 10:13:13   SÊRT - Rençberên herêma Botone bertek nîşanî bendavên Ilisû ya li Geliyê Botanê tê avakirin dan û diyar kirin ku dixwazin rençberiya herêma Botanê biqedînin. Rençber Meyaset Dortbudak a 40 salin li Geliyê Botanê çandinî û çotkariyê dike diyar kir ku dixwazin axa bi bereket di bin avê de bihêlin. Dixwazin bax, bostan û sewalkariyê biqedînin."    Bendava Ilisû her ku diçe avê kom dike û dibe gol. Ji ber çeperê golê fireh dibe gelek zevî, bax, bostan û gundên Geliyê Botanê di bin avê de dimînin. Ava Bendavê sînorê Gundê Kanî Mirê derbas kir û zeviyên bi bereket di bin avê de dihêle. Li Gundê Billorîs ê 20 kîlometre dûrî bajar e û hemû pêdiviya fêkî û sebzeyê bajar li vir temîn dike. Hemû berhemên fêkî û zebze yên li bax û bostanên Gundên Billorisê tê çandin, li market û dezgehê bajaran belav dibe. Rençbera Meyaset Dortbudak (55) ku 40 salin li ser vê axê çotkariyê dike, diyar kir ku ger axa gundê wan di bin avê de bimîne dê sala pêş buhayê sebze û fêkî zêde bibe wiha got: "Di sala 1990'an de ji ber zextan me ji gundê Gundê Kutmisê koç kir û em hatin li Bajar bi cih bûn. Em li Gundê Billorîsê çandiniyê dikin. Niha karê çotkariyê li Gundê Billorîsê berdewam dikim. Li gel zarokên xwe li Geliyê Botanê em zeviyan kirê dikin û çandiniyê dikin. Em bi çandiniyê debara xwe dikin."    'SEWALKARÎ XELAS KIRIN'   Dortbudak, anî ziman ku li vir sewalkarî xelas kirin û wiha got:  "Ji bo tiştek neyê serê zarokên min, ez ji gund hatim Sêrtê. Berê me hem sewalkarî dikir û hem jî çandinî dikir. Niha sewalkarî xelas bû. Tenê em çandiniyê dikin. Berê sewalkarî xelas kirin, niha dixwazin çandiniyê jî tune bikin. Axa dora Geliyê Botanê pir bi bereket e. Lê ji ber bendavê hemû axa bi bereket di bin avê de dimîne. Bax û bostanên Billorisê wekî baxê buhiştê bûn. Divê ev ax bê parastin. Lê niha ev axa bi bereket a Gundê Billorisê dê di bin avê de bimîne. Em niha berhem û mahsûla xwe ya dawî ji axê kom dikin. Ger ku ev der di bin avê de bimîne em dê biçin li cihekî din zeviyan krê bikin û li wir çandiniyê bikin. Em debara xwe bi vê axê dikin."    MA / Metîn Yoksu