9 bajaran bang kir: Tev li doza Demirtaş bibin 2017-12-06 15:47:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Rexistinên HDPê li 9 bajaran daxuyanî dan û xwestin tev li doza Selahattîn Demîrtaş a sibê li Enqere bê dîtin bibin. Hevserokê HDP'a Nisêbînê Ferhat Kut, diyar kir ku rejîma nû şer kûr dike û wiha got: "Divê êdî rê li pêş siyaseta demokratîk vekin. Em dê ji her demê bêtir têkoşîna aştî, demokrasiyê mezintir bikin. Em bêdeng neman. Em dê bêdeng nemînin."  Rêxistinên HDP'ê yên Edene, Mêrsîn, Riha, Dîlok, Meletî, Nisêbîn, Colemêrg, Semsûr Gurgum,  daxuyanî dan û xwestin her kes beşdarî danişîna doza hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibin.    EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê li ber avahiya HDP'ê ya Edeneyê daxuyanî dan û banga tevlêbûna dozê kirin. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, diyar kir ku bi girtina wekîlan vîna gel hatiye binpêkirin.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberê HDP'ê Îlhami Yurtsever, diyar kir ku darizandina li dijî rêveberên HDP’ê encama zextên siyasî ne û darizandin de bi edalet e.    COLEMÊRG    Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li ser avahiya HDP'ê daxuyanî da. Hevserokê HDP'a Colemêrgê Nazmi Coşkun jî anî ziman ku li dijî partiya wan darbeya siyasî pêk hatiye û xwest hemû rêveberên wan û endamên wan bên berdan û OHAL bê rakirin.    NISÊBÎN    Rêxistina HDP'ê ya Nisêbînê jî bi heman armancê daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê jî tev li daxuyaniyê bûn û xwestin her kes tev li doza Selahattin Demirtaş bibin. Hevserokê HDP'a Nisêbînê Ferhat Kut, diyar kir ku rejîma nû şer kûr dike û wiha got: "Rejîm êrîşên xwe yên li dijî destkeftiyên kurdan zêde dike. Divê êdî rê li pêş siyaseta demokratîk vekin. Girtina siyasetmedaran  darbeyek nû li siyaseta Tirkiye dixin. Divê êdî Tirkiye bêhna wê bê ber wê. Em dê ji her demê bêtir têkoşîna aştî, demokrasiyê mezintir bikin. Em bêdeng neman. Em dê bêdeng nemînin.    DÎLOK/MEREŞ/SEMSÛR/RIHA    Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê ji bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anîn û banga tevlêbûna dozê kirin. Li Meletî, Riha, Semsûr û Mereşê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn û banga tevlêbûna dozê hat kirin.