TIR ji Xabûrê heta Cizîrê li pey hev rêz bûne 2019-11-24 09:08:08   ŞIRNEX - TIR'ê ji bo bazirganiyê diçin Herêma Kurdistana Federe, ji deriyê Xabûrê heta Cizîrê li pey hev rêz bûne. Rêza TIR'an 25 kilometre derbas kir. Ajokarên 3 rojin di dorê de ne, dixwazin karmendên gumrukê kar û barê we bi lez bikin.    Li ser sînorê Xabûrê TIR'ê ku dixwazin derbasî Herêma Kurdistana Federe bibin, ji ser sînor heta Cizîrê li pey hev rêz bûne û ketine dorê. TIR'ên ku 3 rojin ketine dora ku derbas bibin, bi qasî 25 kîlometre ketine dorê. Rêza TIR'an her saet bêtir dirêj dibe û ajokar ji ber vê yekê bi gilî ne. Ji ber Parka TIR'an a Sîlopî ya di kontrola Îdareya Taybet a Bajar de tijî bûye û kar û barê gumrika deriyê sînor pir giran tê kirin, TIR li pey hev rêz bûne. Nêzî 30 kilometre TIR pey hev rêz bûne û dora TIR'ên li pey hev rêz bûne hindik maye bigêje Cizîrê.    AJOKAR BÊZAR IN   Ajokarên TIR û kamyonan ên 3 rojin ketine dorê li bendê ne ku derbas bibin bêzar bûne û dixwazin karmendên gumrikê lez bidin kar. Ajokar li ser fikara ku dizî bê kirin nikarin maşînê xwe terk bikin û biçin jî. Ajokarê TIR'ê Îsa Ozbudak ê barê xwe ji Îskenderûna Hatayê girtiye û hatiye deriyê Xabûrê, 3 rojin li bendê ye ku derbas bibe. Ozbudak, bertek nîşanî rayedaran da û wiha got:" Her sal em heman pirsgirêkan dijîn. Em li ser sînor perîşan dibin. Em nikarin wekî mirovan bijîn. Em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî di şertên asayî de temîn bikin."    6 ROJ IN DI RÊ DE ME    Ajokar Haci Balin  jî anî ziman ku wî barê xwe ji Stenbolê bar kiriye û piştî rêwîtiya 3 rojan gihiştiye Xabûrê û niha 3 rojin li deriyê Xabûrê rawestiya ye. Balin, anî ziman ku ji ber karmendên Gumrukê kar dereng dikin 3 rojin li sînor radiweste û bi giştî 6 rojin di rêde ye û wiha got: "Li vir dizî heye û geleş tiştên din ên xerab hene. Em dixwazin rayedar tedbîra vê yekê bigirin.      MA / Mujdat Can