ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-24 09:00:41     * Piştî bombekirina Ûmût Kîtapeviyê, serfermandarê giştî yê wê demê Yaşar Buyukanit, gotibû, "Ez wî nas dikim, zarokekî baş e." Seferî Yilmaz, ji bo Buyukanit got: "Welat îro welatekî tarî ye. Tiliya wî jî di vê tarîtiyê de heye. Em heqê xwe lê helal nakin."    * Nûnerên rêxistinên jinan ên Mêrsînê, ji bo meşa ku dê di 25'ê Mijdarê de li dar bixin bang kirin û gotin: "Divê em bi hev re li hemberî şidetê bisekinin. Em tevde hê xurtir in."    * Sekreterê Giştî yê Navenda Giştî ya Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê Firat Çîçek, destnîşan kir ku îstismarkirina li hemberî zarokan û karkeriya zarokan pir zêde bûye û got, Tirkiye li gor divêtiyên Peymana Mafên Zarokan a NY'yê tev nagere.    * Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm daxuyandibû ku wan siyanur qedexe kiriye. Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, ji bo vê daxuyaniyê got: "Bi qedexekirina madenekê hûn nikarin pêşî li ber întiharan bigirin. Întiharên çê dibin, wêneyê rastiya di aboriyê de ye."    * Malbata Şûle Çet, destnîşan kir ku bi piştevaniyê wê rê li ber şidet û komkujiyên jinan bê girtin û ji bo 25'ê Mijdarê bang kir.    * Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, 30 girtî ji ber binpêkirinên mafan û muameleyên nebaş ji 12'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan diyar kirin ku sedem midûrê girtîgehê ye û gotin, heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya wan bidome.    * TIR'ê ji bo bazirganiyê diçin Herêma Kurdistana Federe, ji deriyê Xabûrê heta Cizîrê li pey hev rêz bûne. Rêza TIR'an 25 kilometre derbas kir. Ajokarên 3 rojin di dorê de ne, dixwazin karmendên gumrukê kar û barê we bi lez bikin.    * Komxebata komek nigvîskar, rewşenbir û hunermendên Kurd a "Tora Ziman û Çandê" dê li otelek li Navçeya Sûrê berdewam bike. (09.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Sûrê dê bi şîara "Çi dibe bila bibe dê encam muhteşem be" li Salona Dawetê ya Nîlgun 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bînin. (11.00)    * Platforma Ked û Edaletê dê bi sernavê "Li Tirkiyeyê lêgerîna hiqûq û aştiyê" li Mala Huner û Çandê ya Nazim Hikmek a Şîşliyê sempozyumê pêk bînin. (10.00-18.00)    * Heyeta Ewropa ya ku di navde parlamenter jî heye, dê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ziyaretan bikin û li avahiya HDP'ê ya Nisêbînê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA) dê li Colemêrgê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)   * Komeleya Zarok li Her Derê ye, dê li Kolana Muze ya Sûra Amedê bi merasimekê vekirina xwe îlan bike. (14.00)   * Platformên Jinan û gelek Rêxistinên Jinan dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê li gelek cihan daxuyanî bidin, belavokan belav bikin û çalakiyên cuda li dar bixin. (12:00-15:00)