Serlêdana ji bo projeya bîrdariya Qada 10'ê Cotmehê dest pê kir 2019-11-23 18:16:48   ENQERE - Serlêdana projeya fikra tesewira bîrdariya Qada GAR'a Enqereyê ya di 10'ê Cotmehê de komkujî lê pêk hat, dest pê kir.    Di 10'ê Cotmeha 2015'an de Platforma Ked û Demokrasiyê ya di pêyengiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û HDP'ê de mîtîng hatû li dar xistin. Di destpêka mîtîngê de endamên DAIŞ'ê 2 êrîşên xwekujiyê pêk anîbûn. Di bûyerê de  103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbun. Ji bo bîrdariya li Qadê bê avakirin serlêdana projeya bîrdariyê hat destpêkirin. Di pêşengiya Komeleya 10'ê Cotmehê de serlêdana bi navê “Qada Demokrasî, Ked û Aştiyê Qada Bîrdariyê û Qada Demokrasiyê Qada Bîrdariyê û Pêşbirga Projeya tesawir û fikra Navneteeyî ya Cihê bibîranînê " dest pê kir. Proje dê di di 24'ê Sibata 2020'an de bê teslîmkirin. Di 5'ê Adara 2020'an de jî kesê di pêşbirgê de bi ser bikeve dê bê diyarkirin.