Li Girê Spî teqin pêk hat: 10 kes hatin kuştin Balî: Eskerên bi pere yên Tirk bi teqînan kurdan ji malên wan dûr dixin 2019-11-23 16:38:09   GIRÊ SPÎ - Li Girê Spî êrîşek pêk hat. Di êrîşa bi bombeyî de heri kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes ji birîndar bûn. Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku armanca  eskerên bi pere yên Tirk ewe ku bi van êrîşan Kurdan ji war û malên wan dûr bixe ye.    Li Girê Spî êrîşek bi bombeyî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. Têkildarî êrîşê Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku armanca  eskerên bi pere yên Tirk ewe ku bi van êrîşan Kurdan ji war û malên wan dûr bixe ye. Balî, anî ziman ku piştî zarokên Kurdan îxrac kirin, eskerên bi pere yên tirk, niha hemû mal û dikanên li herêma Girê Spî talan û wêran dikin û bi van êrîşan dixwazin Kurdên li herêmê mane jî ji mal û axa wan dûr bixin.    Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku Navenda wê li Îngîltereyê ye, diyar kir ku di êrîşê de ji malbatekê 4 kes hene. Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê diyar kiriye ku êrîş ji aliyên eskerên  bi pere ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ve pêk hatiye.