'Bê şert Hezar û 333 girtiyên nexweş berdin' 2019-11-23 15:10:43 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 400'an de berdewam kir. Komîsyonê xwest 457 jê girtiyên nexweşên giran bi giştî hezar 333 girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan.  Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, di hefteya 400'an de çalakiya "Rûniştina F" xwestin li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê polîsan dîsa destûr nedan ku endamên komîsyonê çalakiya xwe li dar bixin. Endamên komîsyone li pêş avahiya ÎHD’ê ya li Taksimê daxuyanî dan. Xizmên girtiyan û endamên komîsyonê di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî jî dide jiyandin" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" vekirin. Endamên komisyonê di çalakiyê de dirûşmeyên "Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc" û "Rumeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe"    '457 JÊ GIRAN HEZAR Û 333 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'   Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Hatice Onaran, diyar kir ku niha li girtîgehan 457 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "10 girtî nexweşê doşekê ne û nikarin bi serê xwe bijîn. 11 girtiyên felçî ne û nikarin dest û piyên xwe bilivînin. 28 girtî nexweşên pençeşêrê , 122 girtî nexweşên dil in. 20 girtî nexweşên epilepsîn e. 55 girtî seqet mane û perçeykî laşê xwe winda kirine. 12 girtî bi nexweşiya Wernicke Korsakoffê ne. 35 girtî bi nexweşiya şizofrenê, 12 girtî di bedena wan de platin hene. 20 girtî di bedena wan de kist heye. 17 girtî bi nexwiya pasûran e. 53 girtî bi fitiqê ne. 42 girti nexweşên gurçikê ne. 27 girtî diyabetê digirin. 31 nexweş bi Hepatit-B ne, 19 bi ulserê ne, 9 bi nexweşiya kezeb û pişikê ne. 33 bi nexweşiya mahden in. 24 girtî bi neşweşiya roviyan in. 6 nexweş bi behcetê ne. 8 bi nexweşiya çolyakê ne. 6 bi sedefe ne. 58 bi bronşîtê ne. 30 bi nexweşiya nefes û kezebê ne. 10 bi mîgren, 2 guatr, 7 varis, 33 tansiyon, 23 prostat, 10 kolestrol, 5 vertigo, 6 sînusîtê ne.    Onaran xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.