El-Caferî: Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye 2019-11-23 14:46:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Sûriyeyê Beşar El-Caferî li Neteweyên Yekbûyî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê ev tişt got: "Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye, piraniya gelê Sûriyeyê kuşt û 180 hezar kes koçber kir. Komên terorê yên girêdayî Erdogan, di bin navê herêma ewle de gelên li herêma Sûriyeyê red dikin û herêmê dagir dikin." Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî, di axaftina xwe ya ku li rûniştina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir de ev tişt anî ziman: "Komên terorê yên girêdayî Erdogan, di bin navê herêma ewle de gelên li herêma Sûriyeyê red dikin û herêmê dagir dikin."   'DEWLETA TIRK DAGIR KIR'    Caferî têkildarî Komîteya Destûra Bingehîn ku hatiye avakirin û hevdîtinên wê didomin de jî ev tişt gotin: "Gelê Sûriyeyê li bendê bû ku xebatên komîteyê di demeke guncav de bên kirin. Lê ji bo xebatên komîteyên yên ku hin aliyên navneteweyî û herêmî pêşkêş kirin, em matmayî man. Mixabin Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kir, piraniya gelê Sûriyeyê kuşt û 180 hezar kes koçber kir. Komên terorê yên girêdayî Erdogan, di bin navê herêma ewle de gelên li herêma Sûriyeyê red dikin û herêmê dagir dikin. Divê ku diyalog li gorî hiqûqa navneteweyî û rêbazên di vê çarçoveyê de bên kirin."