'Rejîma qeyûm rejîma rantê û nelirêtiyê ye’ 2019-11-23 14:42:29 AMED - Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin diyar kir ku ji 65 şaredariyên partiya wan 6 şaredarî bi KHK hatine desteserkirin û 24 şaredarî jî bi qeyûman hatine desteserkirin û got: “Qeyûm rejîma rantê û nelirêtiyê ye.”  Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî tayînkirina qeyûman û desteserkirina şaredariyên xwe li Kuçeya Hunerê ya li Ofîsa Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Hişyar Ozsoy û Mûsa Farisogullari, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan, rêveberên HDP’ê û welatî beşdar bûn. Beriya daxuyaniyê polîsan derdora Kuçeya Hunerê dorpêç kir.    ‘DI NAVA DEYNDAN DE DIHÊLIN’    Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen ê qeyûm tayînî şûna wan hat kirin li ser navê partiya xwe daxuyanî da û bi bîr xist ku partiya wan di hilbijartina xwecihî de 65 şaredarî qezenc kiriye. Kesen da zanîn ku rûxandina qeyûmên di sala 2016’an de hatin tayînkirin li dijî aqilan e û got: “Piştî hilbijartinê luks, îsraf û nelirêtiya qeyûman bi raya giştî re hat parvekirin. Qeyûman şaredariyan di nav deynan de hiştibûn. Her çiqas gotin deynê wan tune ye jî lê bi milyar lîre deyn li pey xwe hiştin.”    Kesen anî ziman ku îqtîdarê bi polîtîkaya çewisandin3e, X-ray, kulubeyên polîsan, YSK û hin cûre hîleyan şaredariyên wan destser bike lê vê yekê bi ser nexist û carek din ji nûve polîtîkaya qeyûman xistin dewrê. Kesen got tayînkirina qeyûman bi şaredariyên bajarên mezin û pêla binçavkirinê dest pê kir.    'DARBEYA SIYASÎ YA NÛ YE’    Kesen tayînkirina qeyûman darbeyek siyasî ya nû û vekirî pênase kir û wiha got: “Di heman demê de tayînkirina van qeyûman pir eşkere helwestek li dijî vîna gelê kurd e. Kesen anî ziman ku di hilbijartinê de 6 şaredarî bi xefka KHK’iyan û 24 şaredariyê wan bi destê qeyûman hatine desteserkirin û 8 jê jin 14 hevşaredarên HDP’î hatine girtin û hêj 3 hevşaredarên jin di binçavan de ne. Kesen got 30 endamên meclîsên şaredariyan bi KHK’iyan ji wezîfeyê hatine dûrkirin û 9 endamên meclîsên şaredariyan jî hatine girtin. Kesen da zanîn ku polîtîkaya qeyûman dijberiya îradeya jinan ango pergala hevserokatiyê ye.    'REJÎMA QEYÛM REJÎMA RANTÊ YE’    Kesen diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman meclîsên şaredariyên wan hatine betalkirin û wiha got: “Rejîma qeyûm li ser xerabiyê hatiye avakirin. Qeyûmên niha wek qeyûmên 2016’an dest bi qirkirina karker û kedkarên şaredariyê kirine û wan ji kar diavêje. Ji ber vê yekê em dibêjin; Rejîma qeyûm rejîma xespê ye. Rejîma qeyûm rejîma dijminê jinan e. Rejîma qeyûm rejîma her cûre rant, nelirêtî û bêûsiliya ye.”