15 roj berê berdan 15 roj şûnde biryara girtinê dan 2017-12-06 15:10:05 WAN - 1'emin Dadgeha Cezayê Giran a Wanê der barê Rojnameger Selman Keleş û Arif Aslan ên 15 roj berê hatin berdan de biryara girtinê da.  1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê li ser îtiraza dozger, biryara 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ku 15 roj berê di 21'ê Mijdarê de Rojnameger Selman Keleş û Arif Aslan serbest berdan xera kir û dîsa der barê wan de biryara girtinê da. Rojnameger Selman Keleş û Arîf Aslan bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" hatibûn girtin û piştî 8 mehan girtî mabûn di 21'ê Mijdarê de derketibûn pêşberî dadger û di danişîna yekem de serbest hatibûn berdan. Piştî Keleş û Aslan li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran hatin berdan, dozger îtîraz kir û li ser îtîrazê  1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dîsa biryara girtinê da.    Parêzerên Keleş û Aslan dê biryara girtinê îtîra bike.