Rejîma Îranê zêdeyî 150 saetin înternet qut kiriye 2019-11-23 14:41:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî sîteya çavdêrî ya înternetê a cîhanê NETBLOCK, zêdetirî 150 saete li Îranê înternet hatiye qutkirin û hemû hêlên peywendiyê ji bo navxweyî û derve hatine qutkirin.   Sîteya çavdêriya înternetê ya cîhanî NETBLOCK ku pirsgirêkên înternetê li cîhanê kontrol dike, li ser malpera xwe ya tora civakî nivîsek belavkir. Sîteyê diyarkir ku zêdetirî 150 saete li Îranê înternet hatiye qûtkirin. Di dewamê de wiha hate gotin; “Rojên destpêkê asta gihiştina înternetê li Îranê ji sedî 4 bû, piştî hefteyek gihişt sedî 15. Înterneta xetên telefonan hîn jî li seranserê Îranê girtîne.”    Li gorî rêveberên Îranê înternet ji bo zanîngeh û cihên dewletê vekirîne. Li gorî rêveberên Îranê înternet li hinek parêzgehan jî vekirîne. Lê çalakvanên civaka sivîl vê yekê red dikin û diyar dikin ku înternet hatiye qûtkirin. Li ser vê mijarê duh Wezareta Xezêneya Emerîka daxuyaniyek weşand û diyarkir ku wana ji ber girtin û sansûrkirina înternetê ambargo xistine ser Wezîrê Peywendiyên Îranê Cewad Azerî. Beriya 8 rojan bi destpêkirina xwepêşandanan re Wezareta Peywendiyên Îranê li seranserê Îranê înternet qutkir. Li gel ku rejîmê înternet birî jî li gelek medyayan hate gotin ji ber erîşên hêzên çekdar ên rejîmê ve gelek kes hatine kuştin. Li gorî Radyo Ferda ya ku li Pragê weşanê dike, li eyaleta Huzîstanê 58 kes hatin kutin û li Rojhilatê Kurdistanê jî 39 kes hatin kuştin. Li herêma Kirmanşanê ya Rojhilat 23, li eyaleta Sinê 11, li Urmiyê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha li eyaletên Fars, Îsfaxan, Kerman, Tehran, Elbrûz û Azerbaycane jî gelek kes hatin kuştin. Tê gotin heta niha 128 kes hatin kuştin. Rêxistina Navnetewî ya Efûyê jî got ji 100'î zêdetir kes hatin kuştin. Li gorî jêderên Mucahîdên Gel ên sirgûnkirî jî 251 kes hatin kuştin, 3700 kes birîndar bûne û 7 hezar kes hatine destgîrkirin. Heman jêderkan lîsteya 85 çalakgerên ku hatine kuştin belav kirin.