Operasyona leşkerî li Dersimê dest pê kir 2019-11-23 13:21:54 DERSIM - Li Dersimê, bi tevlîbûna 2 hezar û 250 yekîneyên taybet oprasyona leşkere dest pê kir.  Hat diyar kirin ku li Dersimê, bi tevlîbûna 2 hezar û 250 yekîneyên taybet ên leşker û polîsan operasyona leşkerî ya bi navê “Kiran 7” dest pê kir. Fermandariya Herêmê ya Leşkerî ya Dersimê ku dest bi operasyonê kir, yekîneyên taybet bi helîkopteran danîn cihên stratejîk ên çiyayî yên bajêr.   Ne hat zanîn ku li herêma operasyonê dest pê kir, pevçûn derketiye yan na. Hat dest nîşan kirin ku li herêmê helîkopter, Balafirên Bê Mirov (ÎHA) û Balafirên Bê Mirov Ên Biçek (SÎHA) digerin.