Bersûcê îstîsmarê hefteyek şûnde hat berdan 2019-11-23 10:51:30 GURGUM - Zilamê 65 salî A.D., yê li Gurgumê li ser giliyê zarokê 15 salî B.U., yê rastî îstîsmarê hat û malbata wî, hat girtin û piştî hefteyekê girtî ma serbest hat berdan. Malbata B.U. bertek nişana berdana bersûc A.D. da. û xwest ji nûve be girtin.  Li Gurgumê zarokê 15 salî B.U., di 6'ê Cotmehê de rastî îstîsmar zayendî ya zilamê 65 kalî A.D., hat. Piştî B.U. tişta bi serê wî de hatiye ji malbatê re got, li midûriyeta polîsan û dozgeriyê gilî kirin. Serdozgeriya Komarê ya Bazarcixê lêpirsîn da destpêkirin û polîsan A.D. binçav kirin. Piştir di bin çavdêriya Pedegog de îfadeya B.U. stendin. B.U., di îfadeyê de diyar kir ku rastî îstîsmara zayendî ya  A.D. hatiye. Li ser îfadeya zarok, zilamê 65 salî A.D., ji Aliyê Hekîmê Ceza ya Sulhê ya Bazarcikê hat girtin. A.D., pitî hat girtin, hefteyek şûnde serbest hat berdan. Li ser îtîrazê 2’emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Gurgumê, li ser rapora ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Gurgum (Mereş) hatiye amadekirin, A.D., di 14'ê Cotmehê de hat berdan. Bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Necip Fazıl Şehir  a 07/10/2019'an de parast ku rastî tu daneyan nehatigne.    Piştî bersûc hat berdan, Malbata B.U., serî li Şaxa ÎHD'ê ya Gurgumê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Kalikê B.U., H.U., bertek nîşanî birdana bersûc A.D. da û wiha got: "A.D. îstîsmarî xizmên xwe yên li dervê welat jî kiriye. Ev mirovekî apore (sapik) ye. Divê demek beri demekê bê girtin. Me serî li Şaxa ÎHD'ê da. Em dê şopdarê dozê bin."      MA / Hamdullah Kesen