Jin wê li dijî şer, krîza aborî û tundiyê dakevin qadan 2019-11-23 09:17:36 STENBOL - Jin wê îsal jî di 25’ê Mijdarê de, li dijî tundî, komkujî, tacîz, tecawîz, şer, krîza aborî û xizantiyê dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.  Jin her sal di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê dadikevin qadan, bal dikişînin ser komkujî û tundiya li dijî jinê û daxwazên xwe tînin ziman. Jin wê îsal jî di 25’ê Mijdarê de gelek çalakiyên cur bi cur li dar bixin û li Stenbolê jî bi  şev meşek mezin li dar bixin. Jin wê saet 19.00’an li Qada Tunelê ya Taksîmê kom bibin û mîna her salê wê îsal jî daxwazên xwe biqirîn. Endama Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Ezgî Bahçeçî, Endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Tonya Kara û Endama Piştevaniya  Jin a Sûltangazî Hulya Emsalsiz banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.    ‘JIN LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERE’    Endama Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Ezgî Bahçeçî, diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin jî di hedefê dene û wiha axivî: “Bi van êrîşan dixwazin vîna jinê bişkînin. Bi îşkenceyên cuda vî şerî dewam dikin. Tevgerên jin ên herêmî û cîhanî li dijî şer û dagirkeriya Rojava derdikevin û piştgiriya xwe dewam dikin. Ji ber vê em jin li dijî polîtîkayên şerin û di xwazin ji eniya Tirkiyeyê dengê xwe derxînin. Ji bo vê jî em banga piştevahiyê li hamû jinan dikin.”    ‘EM ÊRÎŞAN ŞERMEZAR DIKIN’    Bahçecî, binçavkirin û girtinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî nirxandin û wiha got: “Ji ber ku jin têkoşîna azadiya bi rêve dibin tên girtin û binçavkirin. Vê jî weke ‘propagandeya rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ manîpule dikin. Em van êrîşan şermezar dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî tundî, cînayetên jinan, tacîz, tecawîz, şer, krîza aborî û xizantiyê dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bidin.”      ‘EMÊ LI DIJÎ ŞER AŞTIYÊ BIXWAZIN’   Endama OGK’ê Tanya Kara jî, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî jinan û wiha bilêv kir: “Li ser destketiyên jinan êrîş hene. Tirkiyeyê di sala 2011’an de Hevpeymana Stenbolê îmzekiribû. Li gorî qanûna hejmara 6284’an divê jin bên parastin. Ji bo ku pêşiya kuştinên jinan bên girtin, divê qanûn bên bi cih anîn. Bandora krîza aboriyê weke tundiyê li jinan tesîr dike. Îro li welatê me, şer û krîza aborî bandorek mezin li jinan dike. Ji ber vê em jin tim li dijî şer aştiyê diparêzin. Emê tim daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman. Em ligel aştiyê ne û emê tim aştiyê biparêzin. Ji bo vê jî em ciwanên zanîngehê dixwînin, em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”      JI BO TEVLÎBÛNA 25’Ê MIJDARÊ BANG KIRIN   Endama Komeleya Piştevahiya Jinan a Sûltangazî Hulya Emsalsîz jî, bal kişand ser paketa nû ya di sala 2020’an de bê lidarxistin û wiha axivî: “Di vê paketa nû de tê xwestin ku mexdûr bi îstîsmarkarê xwe re bê zewicandin. Ev qanûn jî ji bo ku îstîsmarker neyê ceza kirin tê derxistin. Di rastiyê de du caran jin wê bên mexdûrkirin. Li dijî vê qanûnê divê jin bibin yek. Meşa di 25’ê Mijdarê de bê lidarxistin pir girînge. Di vê pêvajoyê de paketa darazê, zêdebûna cînayetên jinan û nepêkanîna Hevpeymana Stenbolê hene. Divê em li dijî van dengê xwe bilind bikin. Li Tirkiyeyê bûyerê întîxarê yên zilaman hene û ev zilam bi xwe re jin û zarokên xwe jî dikujin. Ev jî cureyeke cuda ya tundiya li dijî jinê ye. Divê em rêxistinên jinan li dijî van hemûyan derkevin. Me îsal hewl da ku em rêxistinbûyîna herêmî pêş bixin. Herê zêde jinên herêmî rastî tundiyê tên. Em hewl didin xwe bigihînin hemû jinên herêmê jî. Ji bo ku ev jintevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin me bangî wan jî kir.”