ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN 2019-11-23 09:00:01 * Endama Tevgera Madenê ya Brezîlyayê Camîla Mûdrek, bibîr xist ku polîtîkayên emperyalîst cîhanê ber bi rûxandineke ekolojîk ve dibin û got: "Rojava, ji bo me bûye cihê îlhamê. Kakilê sosyalîzmê li Rojavayê tên dîtin. Divê em xwedî li şoreşa Rojavayê derkevin."  *  Piştî  1’emîn paketa darazê xistin meriyetê, niha armanc dikin ku 2’yemîn pakêta Reforma Darazê bibin meclîsê. Serokê Boroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, diyar kir ku heta neha bi qasî mînaka wê tune krîza darazê heye.    * Malbata Xelîl a ji Helebê, di sermaya Mijdarê de, li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di konteynerek 2 odeyî û derîşikandî de dimîne.    * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku partiya wan amadekariyên xwe yên ji bo Kongreya Asayî ya 5'an temam kirine û got: "Em li benda gelê xwe û dostên xwe ne."    * Hat diyarkirin ku gola Bendava Ilisûyê heta 40 kîlometreyî hatiye çêkirin û ji ber vê heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane. Her wiha tê gotin wê Heskîfa dîrokî di meha Kanûnê de di bin avê de bimîne.    * Li Stenbolê, jin wê îsal jî di 25’ê Mijdarê de, li dijî tundî, komkujî, tacîz, tecawîz, şer, krîza aborî û xizantiyê dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.    * Sazî û dezgehên ziman û çandê yên kurd dê îro û sibê “Komxebata “Hevgirtina Çand û Ziman” li Otela New Garden a Amedê li dar bixin. (10.00)   * Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê li Êlihê di hefteya 469'an de û li Amede di hefteya 563'an li şaxên ÎHD'ê kom bibin û çalakiyên xwe berdewam bikin (12.00)    * Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 765'an de li Qada Galatasarayê hewl bidin kom bibin û bixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. (12.00)   * Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş a Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)     * Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê dê di hefteya 400'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   *  Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê dêkildarî geşedanên dawî li Kolana Hunerê ya li Ofisê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Egîtîm Sen “Mafê me, pêşeroja me û mafê perwerdehiya zarokên me" dê li Qada Tandogan a Enqereyê mîtîngê pêk bînin. (13.00)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)