Yuksekdag: Kesê mudaxaleyê dadgehê kir, xwe venaşêre 2017-12-06 14:40:06 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, rûniştina ku têde dihat darizandin, wekîlê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Aytekîn Canîkli beyî ku peywirdar be jî tev li dozê bû. Ev rawşa ku li ber çavê Yuksekdag nerevî, di vê der barê de ev tişt got: "Li ser dadgehê destek heye mudaxaleyê rûniştinê dike û qet pêwîstî bi veşartinê jî nabîne." 3'yemîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, dewam dike. Rûniştin li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin û salona 1'emîn a Kampusa Girtîgeha Sîncanê wekî cihê rûniştinê hat diyarkirin. Salona ku qasî 500 kes tê de cih dibe, di navbera temaşevan û Yuksekdag de 100 metre dûrbûn hiştin. Dem bi dem temaşevanan bi gotinên "Fîgen em ji te hez dikin" bangî wê kirin.   Dozgerê Komarê di mutalaya xwe de bi hinceta "akredîasyon tune" xwest daxwaza şopandinê ya heyetên biyanî bê redkirin. Parêzerê Yuksekdag pirsa "tişta ku hûn dibêjin akredîtasyon çî ye", dozger besiva "hûn lêkolîn bikn" da parêzer.    PARASTINA YUKSEKDAG   Serokê dadgehê di îdianameyê de sûcdariyên der barê Yuksekdag de xwend. Yuksekdag hemû mêvanên ku hatibûn salonê silav kir û parastina xwe wiha kir: "Îro li Tirkiyeyê tiştên baş naqewimin. Gelek hevalên ji bo şopandina dozê hatin li derve man. Bi rewşeke nexweş a li Tirkiyeyê re rû bi rû man.   LI SER DADGEHÊ DESTEK HEYE   Ez dibînim ku heyeta dadgehê bi xebateke normal dixebite, ez vê hîs dikim. Lê tişteke din a ku ez hîs dikim jî heye, ew jî li ser heyetê destekî reş tê xuyakirin, zextan li heyetê dike û ez difikirim ku di biryarê de bi bador e. Ev dest, ev sîh pêwîstî bi veşartinê jî nabîne.   HÊVIYA ME NÛ YE   Heke li vî welatî edalet tune be, dê ev welatbirize. Li welatê me jî rizandinê dest pê kir, lê hêj hêvjiyên min ên der barê welat de nû ne. Divê ev jî bê gotin ku gotinên desthilatdariyê ketine dadgehan jî.   SÎNCAN HERÊMA DARBEYAN E   Dema ez hatim Sîncanê ez çi fikirîm hûn dizanin? Berê li Sîncanê tank hatibûn ajotin û bi derbeyê hatibû rojevê. Piştre kesên hewldan derbeya 15'ê Tîrmehê pêk bînin, li Sîncanê hatin darizandin. Niha jî Hevserokê HDP'ê ji bo darizandinê tînin Sîncanê. Ev jî derbeya li dijî siyasetê ye. Ev tesaduf e? Ez nizinim lê di her dema derbeyê de Sîncan hat rojevê.   Piştî navbera rûniştinê dê doz bi parastina Yuksekdag dewam bike