6 kes li Mereşê hatin girtin 2017-12-06 14:23:21 MEREŞ / RIHA – Li Mereşê duh ji 15 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin ji wan 6 kes hatin girtin. Li Rihayê jî 4 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.  Polîsan duh li navenda Mereş û navçeya Pazarcikê bi ser gelek malan de girtin û 15 kes binçav kiribûn. Piştî kar û barê miduriyeta polîsan sewqî edliyê hatin kirin. 15 kesên bi hinceta di medya civakî parvekirinan kirine û beşdarî merasîma cenazeyê endamê HPG’ê yê di 2015’an de li Şengalê jiyana xwe ji dest bûne îfade dan dozgeriyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 2 kes hatin berdan û 13 kes bi daxwaza girtinê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê 5 kes hatin berdan, Yuksel Tekîn, Vedat Ola û 4 kesên navê wan nehat zanîn bi heman hincetê hatin girtin.    LI RIHAYÊ 4 KES HATIN BERDAN    Li Riha û navçeyê wê hefteya bihûrî Salîh Sagiş, Serhat Tum, Huseyîn Ogaç û Hoşnav Ata yên bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Li ser navê rêxistinê xebat birêve birin” hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan.