Rojnameger Ogreten û Kanaat hatin berdan 2017-12-06 14:07:51 STENBOL – Rojnameger Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat yên ji ber e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak kiribûn nûçe, girtî dihatin darizandin piştî 11 mehan hatin tahliyekirin.  Edîtorê diken.com.tr yê berê Tunca Ogreten û xebatkarê Rojnameya BîrGun Mahîr Kanaat ku ji bi hinceta e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê RedHack’ê ve hatin parve kirin û kirin nûçe girtî dihatin darizandin piştî 11 mehan hatin tahliyekirin. Ogreten û Kanaat ên li Girtîgeha Sîlîvrî diman anîn dadgehê û danişîna duyemîn a dozê li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Piştî parastinan û navberek kin heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir. Heyeta dadgehê bi şertê kontrala adlî Ogreten û Kanaat tahliye kir. Heyeta dadgehê danişînek din taloqî 3’ê nîsana 2018’an kir.