Li Dîlokê dema binçavkirinê ya 16 kesan cara duyemîn hat dirêjkirin 2019-11-21 17:15:43   DÎLOK - Dema binçavkirinê ya 16 kesên ku 8 roj in li Dîlokê di bin çavan de ne cara duyemîn hat dirêjkirin. Serokê berê yê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Parêzer Ahmet Hartavî ku derxistin edliyeyê, tê payîn ku li dozgeriyê îfadeya wî bê girtin.    Di 14'ê Mijdarê de di çaçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komare ya Dîlokê ve hatibû destpêkirin de polisan, li Dîlokê bi ser malan de girtibû û 57 kesan binçav kiribûn. Ji van 57 kesan 17 jê îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Dîlokê Sûltan Bayindir, Ramazan Kûas, Ahmet Îlbaş, Îbrahîm Kaya, Muslum Ozkan, Sûltan Ozalp, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Naçveya Şehîtkâmîlê Abdûrrahman Yalin, Bekîr Emlîk, Habat Gengeç, Cûma Alî Taşçi, Servet Bayram, Diyar Bayram, Azîme Balî, Halîl Kiliç, Şefîk Sondû û Şahîn Demîr ku piştî kontrolên xwe yên tenduristiyê sewqî edliyeyê hatin kirin ji bo 4 rojan careke din dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.    Serokê berê yê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Parêzer Ahmet Hartavî ku derxistin edliyeyê, tê payîn ku li dozgeriyê îfadeya wî bê girtin.    Ji 57 kesên ku hatibûn binçavkirin 19 jê wan hatine girtin û 8 kes jî hatine berdan.    Tê payîn ku 13 kesên hê di bin çavan de jî sewqî edliyeyê bên kirin.