45 fezlekeyên din jî derbarê HDP’iyan de hatin amadekirin 2019-11-21 16:50:34   ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de  derbarê 9 wekîlên HDP’ê de 45 fezleke hatin amadekirin û şandin Meclîsê.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de bi daxwaza rakirina destnedayîna wan 45 fezlekeyên nû şandin Meclîsê.    Navê parlamenterên fezleke darbarê wan de hatine amadekirin wiha ne: Sezaî Temelli (1), Serpîl Kemalbay (1), Gulistan Kiliç Koçyîgît (1), Nîmetullah Erdogmuş (1), Musa Farisogullari (1), Ayşe Acar Başaran (1), Pero Dundar (5), Saît Dede (17) û Omer Ocalan (17).   Di 18’ê mijdarê de li Meclîsê 24 fezlekeyên destnedayînê darbarê wekîlên HDP’ê de hatibûn amadekirin.   Balkêş e ku di hefteyek dawî de 30 fezleke derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede de hatin amadekirin.