Qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin 2019-11-21 16:29:28   WAN - Aktîvîstên TJA'yê yên Wanê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji girtiyên jin re qertênn piştevaniyê şandin.   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Wanê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê şandin. Aktîvîst li avahiya HDP'ê ya bajar li hev kom bûn û ji vir hatin pêşiya PTT'a Navendî. Dema ku aktîvîstan xwest pêşiya şandina qertan li pêşiya PTT'ê wêneyek komî bikişînin ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Polisan, biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Wanê hincet nîşan dan û destûr nedan ku rojnameger wêne û dîmenan bikişînin.   Polisan, di kêliya ku aktîvîst ji bo şandina qertan ketin hundirê PTT'ê jî nehiştin rojnameger bikevin hundir û wan ji herêmê dûr xistin.