Hunermend Şîlan ji doza 'stranê' hat beratkirin 2019-11-21 16:27:52 MÊRSÎN – Derbarê hunermend Şîlan de ku 15 sal berê strana gotiye bi hênceta hin kesên din stranê kirine klîp û di YouTube de parve kirine doz lê hatibû vekirin berat bû.    Danişîna doza hunermend Emîne Şîlan Yuksekkaya ku wê demê endama Koma Azad bû, 15 sal berê strana “Roja Min” gotibû û klîba wê kişandibû, hin kesên din stranê kirine klîp û li ser YouTube parve kirine doz lê hatibû vekirin li Dadgeha Mêrsînê hat dîtin. Piştî parastina hat kirin dadgehê derbarê hunermend şîlan de biryara beratê da.