Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2019-11-21 16:27:02   STENBOL – Danişîna doza rojnameger Huseyîn Akyol û Reyhan Çapan ku ji ber rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin tên darizandin hat dîtin.    Danişîna doza Hevgerînendeyê Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin û Midura Karên Nivîsê ya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan û Hasan Başak tên darizandin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnameger beşdarî danişînê bûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç amade bû.    Dozger xwest rojnameger Huseyîn Aykol were cezakirin.    Parêzer Ozcan Kiliç li dijî mutalaya dozger ji bo dikaribe parastinê bike dem xwest.  Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir. Dadgehê xwest danişîna bê bersûc di danişînê de amade bin û danişînê taloqî 20’ê sibata 2020’an kir.