Girtiyê nexwşe tedawî nekirin, sewq kirin 2017-12-06 13:40:31 AMED - Xwendekarê zanîngehê Resul Ozbey li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin, demek dirêj e nayê tedawîkirin. Cihê ku wî tedawî bikin, ew sewqî Panosê kirin. Girtiyê nexweş Resul Ozbey ê di beşa Endezyariya Makîneyê ya Zanîngeha Marmarayê de dixwend, demek dirêj e li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin. Ozbey ji Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê kirin. Ozbey 2 sal e girtî ye û nexweşî weremê ye, demek dirêj e tedawiya wî nayê kirin. Ozbey berî 2 hefteyan agahî da xizmên xwe û aşkera kirku ew sewqî Panosê kirine û dermankirina wî jî nehatiye kirin.   Berî 2 salan li ser îxbarekî Ozbey li Wanê hat girtin, dê di 10'ê Çileya 2018'an de cara duyemîn derkeve pêşberî dadgehê.